Israîl balafirxaneyên Şam û Helebê armanc kirin û ji kar xistin

Israîl balafirxaneyên Şam û Helebê armanc kirin û ji kar xistin

Oct 12 2023

Balafirên Israîlî her du balafirxaneya Şam û Helebê yên navdewletî îro 12 Cotmeha 2023yan bomberbaran kirin, di encamê de ji kar ketin.

Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan piştrast kir ku her du balafirxane ji kar ketin, û dengê teqînên bihêz ji Şama paytexa Sûriyê hati bihîstin.

Heman jêderê tekez kir ku ji destpêka salê heta niha 34 car in, Israîl cih, baregeh û navebdên girîng armanc dike, 26 esmanî ne û 8 bejaye ne, tê de 71 cih û teqemenî hatin têkbirin û jinavbirin.

Jêderê da zanîn ku piraniya cihên ku hatine armanckirin li Şamê ne, piraniya kuştiyan ji artêşa rêjîma Sûriyê ne pişt re milîsên Îranî tên.

Ev pêşhate di demekê de tê ku li Israîlê di navbera wê û tevgera Hemas de şer e, ta niha bi hezaran hatine kuştin û birîndar bûne.


77