Kirîza Pasporta Sûrî ya nû azarên welatiyan kûrtir dike

Kirîza Pasporta Sûrî ya nû azarên welatiyan kûrtir dike

Oct 02 2023

Hejmarek ji balyozxane û qunsulxaneyên Erebî û biyanî dan bi pasporta Sûrî ya nû ku ji aliyê Rêjîma Sûrî ve hatiye derxistin nedaye, vê yekê jî pirsgirêkeke nû ji welatiyan re çêkiriye.

Di vê derbarê de jêderine taybet daye zanîn: ”Welatiyên ku pasporta Sûrî ya elekitronî derxistiye, daxwazên wan bi wergirtina vîzaya Hewlêrê li Herêma Kurdistanê, nehatine pejirandin, Herweha balyozxaneya Îraqê jî razî nebûye vîzayê bide”.

Ji aliyê xwe ve welatiyekî Rojavayê Kurdistanê ku li bajarê Silêmaniyê yê H. Kurdistanê dimîne got ku wî ”hevjîna xwe şande R. Kurdistanê, li wir zarokek jê re çêbû. Piştî derxistina pasporta zarokê, hevjîna wî xwest vegere, lê dan bi pasportê nehate dan û li wir asê mane”.

Her di vê derbarê de, malpera ”Sewt El’asîma” gotiye, ”balyozxane û qunsulxanene Erebî û biyanî razî nebûne vîzayê bidin hilgirên pasporta Sûrî ya nû, mîna balyozxaneya Îtalî li Beyrûtê. Balyozxaneya Îmaratê jî li Şamê, dana vîzayê bi awayekî demkî rawestandiye.

Li gor jêderêan, ”Rêjîma Sûrî balyozxane û qunsulxaneyên welatan bi guhartina pasportê agahdar nekirine, û bûye sedem ku weke pasporteke sexte seredrî li gel were kirin. Li cînan jî pirsgirêk di xwendina datayên elekitronî yên pasportê de derketine.


2049