Hesekê.. Çend taxek rastî mûşekan hatin û zarokekî jiyana xwe ji dest da

Hesekê.. Çend taxek rastî mûşekan hatin û zarokekî jiyana xwe ji dest da

Sep 22 2023

Duh êvarê careke din şer di navbera hêzên rêjîma Sûrî û milîsên “Dîfa` Elwetenî” de li çargoşeya ewlehî li Hesekê derket, di encamê de hejmarek taxên bajêr rastî mûşekan hatin, xelkê bajarê jî şeva xwe di tirsê de derbas kirin.

Li gorî jêderên xwecihî, êvara borî taxên El`zîziyê, Dolab El`wês, El`mran û Elnasîra li bajêr rastî mûşekan hatin, di encamê de, zarokê 2 salî yê bi navê “Zêdan Mihemed” jiyana xwe ji dest da, û çend welatî birîndar bûn.

Jêderan serbar kir jî, şer sibeha îro rawestiya, lê rêbendên rêjîmê derbasbûna otombêlan bo taxa çargoşeya ewlehî qedexe kir, û piraniya dukanan ta niha girtîne.

Li gorî çalakvanan, ji destpêka şer ve, di derengiya êvara 19ê Îlûnê de, 10 welatî bûne qurbanî di nav de zarokek, jinek û kesekî bi temen hene.

Heman jêderan serbar kir, tevî gefên rêjîmê bi topbarankirina mala wî, hîn jî Ebdulqadir Hemo fermandarê milîsên “Dîfa` Elwetenî” li mala xwe dimînê.

Ji destpêka şerê Hesekê ve, deriyên dibistan û dukanan li çargoşeya ewlehî hatin daxistin, Zanîngeha Elfurat li Hesekê ezmûnên xwendekaran paş xistin, û mala welatî “Omer Şêxmûs Hisên” bi Hawinê hate topbarankirin û ziyan madî bûn.

Li Hesekê çargoşeya ewlehî di bin kontrla rêjîma Sûrî de ye, û deverên din yên bajêr di bin kontrola rêveberiya PYDê de ne, û her demekê girjî û şer di navbera aliyên ku kontrola bajêr dikin de derdikevin û sivîl baca nokakiyan didin.


1689