Hejmara 711 erebî û 252 kurdî ji rojnameya Kurdistan derket

Hejmara 711 erebî û 252 kurdî ji rojnameya Kurdistan derket

Sep 02 2023

ARK NEWS... Hejmara nû ji rojnameya Kurdistan ku ji aliyê Ragihandna Navendî ya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûriya ve tê belavkirin, derket.

Rojnameya Kurdistan bi her du beşên xwe, kurdî û erebî derket û gihişt ber destê xwîneran.

Hejmara erebî 711 e, ya kurdî 252 e. Di rûpela yekê de girîngî daye gera sekreterê Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya Mihemed Ismaîl ji bajar û bajarokên Rojabayê Kurdistanê re her weha daxuyaniyên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê li ser xwepêşandanên Siwêdayê û derbarê bûyerên dawiyê li Dêrazorê, û rewşa Efrîna Rojavayê Kurdistanê.

Her weha pêşhateyên deverê bi giştî û bûyerên Rojavayê Kurdistanê, Sûriyê, Kurdistanî, herêmî û navdeweltî hatine behiskirin di rêya nûçe û dengûbasan re gotûbêj kiriye, serbarî hejmarek ji nerîn û gotarên cuda, û hevdîtin û çalakî jî li xwe girtiye.

Rojnameya Kurdistan ji aliyê Ragihandina Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya li Hewlêrê derdikeve.
.

111