7 sal li ser şehîdbûna 3 Pêşmergeyên Leşkerê Roj re derbas dibin

7 sal li ser şehîdbûna 3 Pêşmergeyên Leşkerê Roj re derbas dibin

Aug 14 2023

Di 14ê heyva Tebaxa sala 2016an de, 3ê ji Pêşmergeyên Leşkerê Roj di şerê rêxistina DAIŞa terorî, li Eniya Xazir li Herêma Kurdistanê şehîd bûn.


Her yek ji şehîd Ibrahîm Hemze Ferho ji bajarê Qamişlo, Hebîb Qedrî Mihemed ku ew jî ji bajarê Qamişlo ye her weha Kamîran Hisên Salih ji bajarê Duhokê di roja Yekşemê li her du Eniyên Xazir û Giwêr, di şerê rûbirûbûna DAIŞê de şehîd bûn.

Her du Pêşmerge Ibrahîm Hemze Ferho û Kamîran Husên Salih di merasîmên hêja de, û bi beşdariya tevgera siyas û leşkerî li goristanên Duhokê bi xakê hatin spartin. Lê belê di merasîma bixakspartina şehîd Hebîb Qedrî Mihemed ku ji bo welêt hat veguhestin, çekdarên PYDê li Rojavayê Kurdistanê de bêrêziyek mezin di merasîmên pêşwaziya cenazeya Şehîdê Pêşmerge Hebîb Qedrî Mihemed de kir.

Dema derbasbûna cenazeya Şehîd Hebîb Qedrî ji dergehê Sêmalka ji bo Rojavayê Kurdistanê di 15ê Tebaxa sala 2016an de bi hezaran ji welatiyên Kurd ji Sêmalka ta Qamişlo ji bo pêşwaziyê li cenazeya Şehîdê ku di ber xaka Kurdistanê û rûmeta Kurdan de Şehîd ketiye kom bûn, lê çekdarên PYDê dest bi dirûstkirina astengiyan kir, û bi şêweyekî istivzazî rê li ber derbasbûna cenazeyê li gundê Xana Serê yê bi ser Dêrika Rojavayê Kurdistanê ve girt, û gule jî bi asman de berdan ji ber vê yekê beşdarbûyan, li ser milên xwe ew cenaze helgirt û gund bi gund ta gihiştin bajarê Qamişlo herwiha di wê rojê de çekdarên PYDê otombêla ku cenazeya Şehîd veguhestiye desteser kir.

Çekdarên PYDê rê neda cemawerên kurd li gel cenazeya Şehîd bimînin, bi rêya rêbendên xwe re li dergehên bajarok û bajaran, herweha beşdarbûyên merasîmên rastî gotinên neşêrîn û dûr ji rewştê hatin û Çar serkirdeyên Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya û hejmarek çalakvan, ciwan û rojnemevan jî hatin girtin û piştî merasîmên bixakspartinê jî bi dawî hatin çekdarên PYDê Serkirdeyekî Partiya Yekîtî Kurd li Sûriyê bin çav kir.

Dîsa vîna şêniyên kurd ji kiryarên PYDê bihêztir bû, û şehîdê xwe li zêdê wî bi xakê spartin.

Bi Dehan ji Pêşmergeyên Roj li Herêma Kurditanê di şerê rêxistina DAIŞ de şehîd bûne û di wan şerê berevanîkirina xaka Kurdistanê de de destan tomar kirine.

Ş.E

129