Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya serdana Mala Êzîdiyan kir

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya serdana Mala Êzîdiyan kir

Jul 28 2023

Duh Roja Pêncşemê 27ê Tîrmeha 2023yan, şandeke ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya, Şaxê Hesekê serdana Mala Êzîdiyan li gundê Berzan yê bajarê Hesekê li Rojavayê Kurdistanê kir.

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya Şaxê Hesekê li ser rûpela xwe ye fermî da zanîn ku şand bi germî ji aliyê serokê Mala Êzîdiyan Silêman Derwêş Hemo û hejmareke pir mezin ji endamên malê ve hate pêşwazîkirin.

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya da zanîn jî ku di serdanê de gelek mijarên girîng di warê ol, şêwekarî, ziman û wêjeya kurdî de hatin gotûbêjkirin, şand amaje bi wê yekê kir, ku çi kar di warê wêjeya kurdî û şêwekarîyê de bê xwestin, amade ye.

Di dawiyê de Şanda Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya spasiya mala Êzîdiyan kir li ser pêşwaziya wan ya germ, her weha Nivîskar û şêwekar Ebdulxenî Mihemed Emîn tabloyek wêneyê Laleş diyarî Mala Êzîdiyan kir.

100