ENKSê derbarê Efrînê helwêst da
Oct 16 2022
ARK NEWS... Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê daxuyaniyek derbarê rewşa Efrîna Rojavayê Kurdistanê belav kir tê de bang li Turkiyê û Civaka Navdewletî kir ku Efrînê radestî şêniyên wê yên resen bikin.
ENKSê bi tundî êrîşên dawiyê û derbasbûna rêxistina Tehrîr Elşam ku berê bi Cebhet Elnusre dihat naskirin bo navanda bajarê Efrînê û Cindirêsê şermezar kir.
ENKSê bang li Turkiyê kir ku tevaya çekdaran ji Efrînê derxîne û rêveberiya wê radestî şêniyên wê bike.
Ş.E
177