Malbateke kurd zaroka xwe ya revandî ji nav lepên QSDê rizgar kir

Malbateke kurd zaroka xwe ya revandî ji nav lepên QSDê rizgar kir

Jun 18 2023

ARK NEWS... Bi viyan û rijdbûneke mezin, endamên malbateke kurd karîbûn zarokê xwe yê revandî ji nav lepên Hêzên Sûriya Demoqratîk derxînin û azada bikin, careke din vegerînin nav malbatê.

Beriya çend rojan, Hêzên Sûriya Demoqratîk, zaroka kurd Hêvî Mehmûd ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, revand, û ji bo leşkeriya neçar bir.

Malbata zaroka 13 salî, çendîn hewlên xwe ji bo vegerandin û rizgarkirina wê dan, lê bê sûd bûn, xwe li her dezgehek ser bi rêveberiya PYDê ve girtin, û li keça xwe pirsîn, lê her dem bersiv yek bû ku zarok ne li ba wan e.

Jêderên taybet ji bajarê Qamişlo ragihandin ku agahî ji malbatê re çûn ku keça wan li navenda bajarê ciwanan e, bi dehan ji malbatê xwe dane hev û berê xwe da navendê.

Jêderên tekez kir ku li pêşiya navendê girjî û nakokî derketin, malbatê êrîş kir, û hewla rizgarkirina wê bi zorê da, rijdbûna malbatê, QSDê neçar kir ku Hêvî ji wan re vegerîne.

306