10 milyar bo Sûriyan têne pêşkêşkirin

10 milyar bo Sûriyan têne pêşkêşkirin

Jun 16 2023

ARK NEWS...Kongira 7an bi navê piştevaniya pêşeroja Sûriyê û deverê ku li Biruksêla paytxta Belcîka hatibû lidarxistin, bi dawî hat, tê de gujmek pere bo penaberên Sûriyê û welatên ku penaberên Sûriyên li xwe girtine, terxan kirin.

Li gorî daxuyaiya Kongira piştevaniya pêşeroja Sûriyê û deverê ku her ji Yekîtiya Ewropî û Wîlayetên Yekgirît yên Emrerîkî, serbarî welatên beşdar di dana pere û piştevaniyê de, 9.6 milyar yoro, gujme destnîşankirî bo piştgiriya penaberên Sûriyê li xwe girtine,

Ew gujm navbera dana rasterat û qerzan de hatiye dabeşkirin, ku 5.6 milyar dê were dayîn û 4.6 bo îsal e û yek milyar bo sala 2024an e,

Li gorî wê daxuyaniyê ku beşdariya Yekîtiya Ewropî û welatn endam ji sedî 70 li xwe girtiye, gihişt 3.8 milyar dolarên Emerîkî, her weha dezgehên darayî yên navdewletî û welatên beşdar di wê kongirê de, 4 milyar dora weke qerz bo piştevaniya gelê Sûriyê û welatên mêvandar li gel hin mercan ragihandine.

Kongira bi navê piştevaniya pêşeroja Sûriyê û deverê di çarçoveya du rojan de berdewam kir, tê de 57 nûnerên welatan û bi dehan ji rêxistinên navdewletî, beşdar bûn, ew gujmê ku hatiye ragihandin berewerd bi sala bûrî re 800 milyon dolar zêdetir e, di serî de yekîtiya Ewropî bi 1.5 milyar bo îsal û 560 melyon bi sala 2024an de tê pişt re Elmaniya bi zêdetirî milyarekê tê, di pileya sêyem de Emerîka bi 920 melyonan tê, biryar e bo piştevaniya penaber û derbiderên Sûriyên ku hejmara wan zêdetirî 12 milyonan e were terxankirin.

316