Binpêkirin nabin rêgir li pêş vegera malbatên kurd bo Efrînê

Binpêkirin nabin rêgir li pêş vegera malbatên kurd bo Efrînê

Jun 14 2023

Li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, hevdemê binpêkirin û kiryarên nemirovî di dermafê kurdan de têne encamdan, ku ya dawiyê jina kurd Ûfê Şêx Ehmed bi şêweyekî hovane hat kuştin û welatiyê bitemen Kemal Hesen Menan li gundê Şêx Mihemed yê Meydana bi tundî hat lêdan û eşkencekirin, dîsa jî pêla vegerê berdewam dike.

tevî zehmetî, astengî û rêgiriyan, malbatên kurd yên ku ji Efrînê derketine yan jî hatine derxisitin, hewlên xwe didin da ku vegerin ser zêdên xwe, Jêderên xwecihî taybet dane zanîn ku 4 malbatên din vegeriyane 2 ji gundê Ereba yê navçeya Mabeta û yek ji navçeya Mabeta, û 1 ji gundê Senarê yê navçeya Şiyê.

Ev yek di demekê de tê ku di çarçoveya heyvekê de çendîn malbat vegeriyane, yek ji wan ji Elmaniya vegeriyaye, malbat ji beriya çenda salan ve li Elmaniya dijiya, lê rêya vegerê bo ser mal û mulkên xwe hilbijart û biryar da vegere Cindirêsê û xwedî li mal, zevî û mulkên xwe derkeve.

Ji bilî malbata ji Elmaniya vegeriyaye, çend malbat ji Herêma Kurdistanê û bajarê Helebê vegeriyan, ku ji heyva bûrî ve wate ji Gulanê ve ta niha 2 malbat ji Herêma Kurdistanê, yek ji wan ji navçeya Şera ye, serbarî çend malbat ji Dêrsiwanê, Eync Hecerê û Qirigulê û Şiyê ji her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û kampên Şehbayê rû li zêdên xwe kirine.

Ji 2018an ve, ji dema ku Turkiyê û komên çekdar destê xwe danîne ser herêmê, rojane kiryar û binpêkirin di dermafê kurdên ku red kirin warê xwe bi cî bihêlin têne encamdan, ku mebest jê nehiştina nasnameya kurdî û qirkirina û tunekirina kurdan e, ya her dawiyê kuştina jina kurd Ûfê Şêx Ehmed bi şêweyekî hovane û lêdan welatiyê bitemen Kemal Hesen Menan, lê tevî astengî û zehmetiyan û rêgirîkirina PYDê û çekdran, her dem veger heye, di heman demê de çavdêr û siyasetmedar tekez dikin ku bi tenê veger dê bibe rêgir li ber her guhertineke demoxrafî.

101