Gulan Destana Mêra ye

Gulan Destana Mêra ye

Jun 09 2023

Gulan Destana Mêra ye
Ehmed Sofî
Wergerandin ji Erebî:
Birahîm Qasim

Destana Şoreşgêrên Rojhilatê ji aliyê komeke qareman, mêjiwa neteweyekî bi xwînê dinvîsînin û bi seriyan û kiloxan bergirî û palpiştiyê dikin.
(Gelê ku stûna wî kilox û xwîn be cîhan wêran dibe lê ew wêran nabe).
Ev ew in ew mêrên qareman yên ji mirinê natirsin tucarî, xwe û tivinga xwe radestî dijminan nakin, û fêrî rêbaz û gotinên Mistefayê Berzanî bûne.
(Ne têkçûn me têk dibe û ne jî serketin me dixapîne).

Ew gihane wê asta baweriyê, lewra heta ku hilgirê çeka xwe bin ji bo jiyanê, tucarî serî li ber kesî natewînin, dê bibin serwerê xwe û Kurdistan jî dê her bimînê welatê wan.

Şûfreya sedêsalan ku vîna gelê jiyan dixwest û li pey çarenûsê diyar dibû, ji ber vê yekê çarenûs divê bersivê bide vîna wan, lewra siwarên Rojhilatê bilindî çiyan dibûn, û qul û qewêr ne dipejirandin ku ew bibin malên wan, her wekî bazan evîndarê kopên bilin bûn, ku ew cihê yekem e yê landika mirovahiyê bûn, û hilgirê vêleya efsana tofanê bûn, loma ew pê bawer in ku çi tofan nikarin ji vîna Kurdan bilintir bibin.

Ew bûn û hîna jî weke şêran berdewam in li ser rêça têkoşînê, bi qehremanî li hember dijminan ber xwe didin, belê ew in fireşteyên bidestveanîna xelata pêkve jiyana aştî û dilovaniyê, şerê wan qet ne ji bo hema şer e lê belê ji bo jiyanê ye.

Nemir Mistefa Berzanî digot:
(Eger ew min di navbera rûmet û jiyanê de bibijêrin, wê demê ez rûmetê hildibijêrim, ji ber ku jiyana bê rûmet ti wateyê nade)
Bê goman ew berxwedaniya ji bo rûmetê û mafê gelê xwe yê bindest qet veger jê nîne, û dijmin jî giha wê baweriyê ku ji bilî aştiyê çare nîn e, loma di bin hêza xurt ya mafê gelan de dijmin neçar bû têkeve nav têkiliyan de ji bo rawestana şer, lewra daxwaza gelê kurd di peymana 11ê azarê pejirand û imze kir.

lê belê stemkar û navbeynkarên siyasî, mîmarên komployan, bazirganên şer, xwîn û rûmetê nehiştin ku Kurd û Ereb ji aşitî û aramiyê sûd werbigirin, lewra Peymana Cezayîrê herî kêm bû ku di derbarê wê de dikare were gotin: peymana xiyanetê bû ji ber ku ev mafê bi xwîna piştî hezarê şehîdan neyê biçî kirin, xak û rûmet û namosa xwe firotin.

Stemkaran parçek ji welatê xwe Şett Al-Ereb ku ew bixwe ji tîna û birçîbûnê azarî kişandibû, firoştin beramberî agirê azadiya miletekî resen ji berî hezarê salan ku agirê wî ronahî dabû cîhanê da hemû mirov ji qûnaxa tarîtiyê derbasî qûnaxeke nû bibin da wê ronahiyê vemrînin, lê jibîr kirin ku ew milet zarokên rojê ne û kesek nikare agirê wan vemirîne.

Firoşkarê sitemkar poşman bû lê piştî çi? Çinkî bi çi awayî nema kiriyarê Şett-AL heyat wê li welatê hatî bi nav kirn Iraq vegerîne, wesa li dijî irade û zordariya xwe mukir hat û şerek vêxist, wî şerî mixabin dîroka Somer û Babil, Akad û Aşûr û Mîdiyan têkbir, herweha rûbarê dihat binav kirin Şettê jiyanê baş re bû Şettê genî û çiravê jê nehat ji bilî bîna miriyan.

Di derbarê navbeynkarên siyasî de, bi zimanê Kurdî (Hawarî) bang dikirin, lê qêrîna Hawarê nehat bihîstin û ti deyndar jî bersiva wê neda, û her bi hawara xwe ve berdewam ma heta ku kurman laşê wî xwarin.
Her weha sitemkar jî ew bi heman sêdareya Îraq û gelên Iraqê hate pê ve daliqandin, belê welat ji bo şewitandina welat nayê firotin.

Lê tucaran bawer neke ku xwediyê dozê rawestin û jidev mafê xwe berdin, dem çiqas dirêj be jî, û heya ku daxwaz li pişt wê hebin ew maf namire her divê vegere.

Peymana Cezayîrê ya sala 1975ê peymana otonomiyê ya ku di 11ê Adara 1970î yê de hatibû îmzekirin ew bixwe encama Şoreşa Îlonê bû hate betal kirin.

Peymana Cezayîrê careke dî Kurdistanê veguherand qada şer, hinekan ev sal bi sala paşketinê binav kirin, û hinan jî sala bêhnvedana şervanan ji bo amadekirina qonaxa bê binav kirin, lê ya rast tenê dîrok dikare nav li wê qonaxê bike.

Serkirdayetiya demkî di bin çavdêrî û serpereştiya Barzaniyê nemir de hat damezrandin, ku pêdagirî li ser vegerandina sûrê jiyanê ji nû ve baweriyê bixwe bînin, herweha omîd û hêviya wan bêne rizgar kirin ji jêr destê ne dadperweran, loma Berzanî dest bi plansaziyê kir û mêran dest bi cîbicîkirinê kirin.

Şaneya yekem ya Kurdistana Sûriyê xwe amade kir ku beşdarî û geşkirina hêviyên şoreşa rizgarîxwaza Gulanê bibe, piştî rewşa siyasî ya pir dijwar û hêviyên siyasî yên kurdî piştî peymana Cezayîrê lawaz bibûn û hatibûn paşxistin, herweha ji encamê wê peymana 11 azarê jî hatibû rûxandin û mafê otonomî ji holê hatibû rakirin, û rijîma Iraqê bi pîlanek Erebî û nêvdewletî û erêkirina aliyek navnetewî û bêdengiya cîhanî êrîş birbû ser Kurdistanê bi hemû cûreyên çekên mîna firokan û top û tankan, hêzên Pêşmergeyan neçar bûn ji qada şer vekişin û li çiyan û hem ji dervê sînorê Iraqê koçber bibin.

Rewşa siyasî û ewlekarî li beşê Kurdistanê yê girêdayî Sûriyê ve ji Kurdistana Iraqê ne di rewşeke baştir de bû.

Projeya Kembera Erebî ya berî deh salan dest pê kir bû û anîn û niştecihkirina Ereban li ser xaka kurdan ketibû paratîkê de, ji Serêkaniyê ta gundê Kelihê û Siwêdiya Koçeran li herêma Dêrikê bi dirêjahiya zêdetir ji 360 km û kûrahiya zêdetir ji 30 km, li ser sînorên ku dihatin gotin sînorên Tirkiyê, Sûriyê û herwiha Sûriyê û Iraqê û desteserkirina zevî û milkên Kurdan û gefên koçberkirna kurdan ji deverên wan bi zorê li çola Sûrî niştecî bikin, ev hemû li ser daxwaz û pêşniyarên karmendê ewlekarî û siyasî li parêzgeha Hisiça Mihemed Telab Hîlal bûn, ku ew yekek regezperet û şofînî bû, û serkirdayetiya herêmî ya hukmdariya Partiya Al-Be`s ya Erebî pêşniyarên Mihemed Telab Hîlal pejirandin û bi biryareke siyasî desteserkirina erdên kurdan pêkanîn.

Di wê serdemê de gelek jidayikbûn kurd hatin tomarkirin (Al-Badiye) ango ne li cehekî diyar in, û piştre ereb li şûna kurdan bi cih kirin, da di navbera Kurdistanê (Sûriye, Tirkiye, Iraq) de herêmek tampon ava bikin.
Projeya Kembera Erebî bi darê zorê destdanîna li ser erdên cotkar û xawenzeviyên Kurd hat cîbicîkirin, lewra hêdî hêdî koçberî dest pê kir, lê pirojeya koçberiyê hate rawestandin ji ber egera şerê sala 1967ê û baş re şerê sala 1973ê navbera Ereban û Israîlê de.

Her wiha serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê di sala 1973ê de hat girtin, piştî ku partiyê daxuyaniyek belav kir bû û tê de daxwaza rawestandina projeya Kembera Erebî kir bû, ji ber wilê serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê maweyê 8 salan di zindanê de ma.

Zindanî ev bûn:
1-Hacî Deham Mîro: Sikretêrê partiyê
2-Kin`an Egîd: Serkirde
3-Mihemed Nezîr Mustefa: Serkirde
4-Mihemed Emîn Şêx Gulîn Horî: Serkirde
5-Xalid Meşa`x: Endamê komîteya Şêwirmendiyê
6-Ebdulah Mela Elî: Endamê komîteya Şêwirmendiyê
7-Mihemed Fexrî: Endamê komîteya Şêwirmendiyê
Her weha di wê qonaxê de gelek serkirde û kadroyên partiyên Kurd hatin girtin û dadgeh kirin hin ji wan hatin sirgûn kirin, û kurdên mayîn li Kurdistana Sûriyê rastî tepeserkirin û gefên dezgehên ewlehiya rijêmê dihatin.

Her weha gelek binçavkirin pêk hatin ji xelkên gundên li ser sînorê Iraqê yên ku pêşwaziya kurdên revîn ji encamê şerê li dijî gelê kurd li Kurdistana Iraqê bûyî, lê gundiyan daxwaza polîsan cîbicî ne dikirin. û kesek radestî Polîsên Iraqê yên kum sor û bi arikariya Polîsên Sûriya ne kirin loma polîsan êrîş dibirin li ser wan gundan da penaberan radest bikin û wan vegerînin çarenûseke ne diyar.
Ya ku alîkariya xelkê kir di proseya dabînkirina stargeha birayên xwe de ew bû ku piraniya xelkê, li gor serjimêriya nedadperwerane ya navdar, mafê hevwelatîbûnê ji kurdan bêpar kirbûn, ji ber ku piraniya xelkê belgeyên ku nîşan didin Hevwelatiyê Sûriyê ne tune bûn, (karta nasnameyê, pirtûka malbatê, belgeyên milkî û hwd.) Ji ber vê yekê alikariya gel kir ku ewlekariya penaberan peyda bike, ger giliyên kesane nebûna pêvajoya parastinê hêsan bû, eger penaberek hatiba girtin jî digot ku ew niştecihê gundekî filan e û ew welatiyek biyanî ye û niştecihê Sûrî ye lê bê nifûs e, wesa rewş aloztir dibû ta giha ku navdarên wan gundan hatin girtin û avêtin zindanan zext li ser wan dikirin ku nasnameya penaberên kurdên Iraqî eşkere bikin.
Ji wan kesên hatîn girtin:
1-Mihemed Heso: ji gundê Elîgamêş
2-Hecî Miho: ji gundê Kengelo
3-Se`îd Bêgiyê: ji gundê Quldûman
4-Şêx Se`d: ji gundê Xanaserê
5-Ebdilezîz heso: ji gundê giresor
6-Emer Mehema: ji gundê baneşikeftê

Ew hemû hatin veguhestin bo zîndana Hesekê û di van kiryarên hovane de gelek biwarên qehremaniyê rûdan, mînak dema girtina Mihemed Hesen Kalo ji gundê Elîgamiş, hevjîna wî, xanim Fatima Hussam, jê re got: Mahma (ne hêle az kevnga serê xwe bidime serê te) Ev nîşanek e ku ji wî re dibêje hêzdar be û navê tu penaberekî li gund nede,heman xanimê careke dî dema polîsan dixwestin derbasî malê bibin wê kara şewtandina mala xwe kir ji bo parastina penaberan ji desteserkirinê bike, ku hijmara malbetên wan tenê li wî gundî digha derdora 20 malbetî wesa ew hemû parastin û kurdan jê re got (Şêr şêr e çi jin e çi mêr e).
Baredoxê Kurdistana Sûriya ev bû belê rewş bê goman xirabtir bû, lê viyana mêrên gewre bi çi awayî nayê sexte kirin û şikestin, di demek nîzîk de karîn hemahingiyê li gel serkirdayetiya demikî bikin û careke dî hêviyên kurdan zindî bikin û li djî pirsgirêka qeder, çewsandina demê û pîlanên dijminan rawestin.

Di wê serdemê de gelek tiştên ku çêbûn di dîrokê de hatine tomar kirin û niha ne pêwiste em li ser baxivin , wê giropa mêran taketak bê malavayî û xatirên xwe li malbat û zarokên xwe bikin, û jiyan û berjewendiyên taybetî li cih hiştin, çimkî daxwaza wan rûmet e wan ev tişt dizanî ku jiyana bê rûmet mirin jê baştire, ew li gundê Maşoqê derdora 15 mêran li mala berxwedêrê Xudê jê razî Mihemed Mecîd Mihemed Se`îd Xano bi serkirdayetiya Mihemed Xalid Bûsilî civiyan,hin navê wan li ber destê me hene ew jî ev bûn:

1- Mihemed Xalid Bûsilî: Serkirdeyê girûpê
2-Mihemed Mecîd Mihemed Se`îd Xano: ji gundê Maşoqê.
3-Elî Yûsif Xano: ji gundê rikava
4-Mela Qasim Ibrahîm Emer: ji gundê Hemzebegê.
5-Ebdiletîf Mela Qasim: ji gundê Hemzebegê.
6-Ehmed Remo Batasî: ji Zaxo
7-Mela Remezan Behiştî.
8-Celal Hemê: ji Toremîşa.
9-Ebdilkerîm Mehmûd: ji gundê Rikava.
10-Ebas Sofî Silo: ji gundê Robariya.
11-Selîm Hacî Emîn: ji Girkê selma.
12- Ebdo Ebdila: ji Şekirxaç.
13-Elî Birahîm(Birahîma): ji Siwêdiya Koçera.

(Mixabin hin navên din hene ku me bi bîr neanîn, lê em soz didin xwîneran ku di hemû hûrgiliyan de bigerin û bîranîna kurdî arşîv bikin).

Vê giropê di bin baskê şevê de berê xwe dan gundê Kêlhesenakê yê li ser sînorê serxetê derbasî wî alî bûn û hatin pêşwazîkirin ji layê welatperêzê kurd berêz Sibhî Hesenê Şêx ku malbeta wî xwedî dîrokeke dêrîn bû ji aliyê welatperêzî û netewî de, di wê şevê de meşa xwe berdewam kirin binavê şana yekem a tayê Zaxo, karîn bighin serkirdayetiya demikî ya ku li sêgoşeya sînorî navbera Tirkiya û Iraq û Iranê de hatibû damezirandin.

Bi germî hatin pêşwazî kirin ji bal şehîd Idrîs Berzanî ve û Xudê jê razî Cewher Namiq Salim û Azad Berwarî û yek binavê Selîm Sor ve
.
Wê çaxê Azad Berwarî berpirsê tayê Zaxo bû, û Kerîm Şingalî belavokên ku dê li herêmê bên belavkirin ji bo ragihandina Şoreşa Gulanê ya ku rûmeta kurdan vegerîne amade dikir.
Piştî dabeşkirina her yek li gor erkê wî hatî û devera taybet bo wî hatî spartin diyarkirin, hemû belavokên şoreşê li gund û bajaran belav dikirin.

paştî pêkanîna erkê yekem endamên girûpê li hev civiyan û biryar dan êrîşî navendeke leşkerî ya artêşa leşkerên Iraqê bikin, wesa biryara xwe bi mêranî birin serî û bi serkeftineke mezin û gelek çek û teqemenî bidest ve anîn, tişta seyir ku hinek ji wan dema êrîşê de deste vale bê çek bûn, tenê wan îradeya xwe ya azad hebû û canê xwe gorî welatê xwe kir bûn, wê êrîşê nameyeke dijwar gihandin rîjîma Iraqê ku Pêşmergeyên qehreman zîvirîn binecihên xwe li çiyayên ku ji dev zayîna lehengan berneda ye û her dimîne hêlîna bazan û koçka şêran.

Piştî bihîstina xebera vê operasyonê hêvî hatin zindî kirin û xwîn vegeriya damaran gelê kurd de.

Tiştê herî hindik di derbarê Şoreşa Gulanê de tê gotin: Şoreşa Gulanê xwîn vegerand damarên kurdan û laşê ku piştî şoreşa birûmet a Îlonê Kurd mabûn bêhêvî , lê Şoreşa gulanê vejînand û zindî kir û şahî kir di dilê her kurdekî de, wesa Kalo rahişt kopalê xwe û deriyê kozika şengê û pengê vekir piştî ku dizanî gur û çeqel ji bênderan hatin bidûrxistin ,her weha piçûk û neviyên wî lê kom bûn guh dan çîroka jiyan û azadiyê, û pîrê ser dika li ber dergihê malê rûnişt û teşiya xwe ya hiriyê rêseha û vê re bi dengekî ketî strand:

Welatê me kurdistan e cihê xweş mêr û şêra ne
Dayika zarokan jî sêpiya xwe danî û mastê xwe di meşkê de keyand ta nîvişk bi ser keve wesa zarok lê kom dibûn ji her yekî re parçek nanê tenûrê û hinek ji wî nîvişkê taze û çengek şekir li ser direşand bi keyf û coş dixwarin, belê ew jî ji mafê wa ye ku ew keda welatê xwe yê ku dijminan hemû hewildanên xwe dikirin wan jê bê par bikin, erê ev efsane ya jiyana miletekî ku naxwaze bimîne bindest û bê maf.

Piştî demeke ne kêmtir ji şeş mehan, hin ji wan mêran vegeriyan ji bo karên nû li hindirê Sûriya heman demê de jî di nav malbetên xwe de derbas bikin, bi zarokên xwe şad bibin û bersivên wan yên ji wan dihatin pirsîn hûn li ku bûn? ta niha we çi dikir? ji ber vê yekê her yekî bi rengekî ji wan re çîrokên dûrî rastiyê digotin ji ber desthilatdariya ewlehiyê li Kurdistana Sûriyê hîn jî her tiştî kontrol kirî ye.

Rast e pêwendiyê herdû welatan Sûriya û Iraqê ber bi xirabiyê ve diçû lê dezgihên ewlehî û karmendên herdû aliyan bi wî hişê şofînî û regezperestî bi gelê kurd re mijûl dibûn, lewra diviya karê xwe bi dizî û veşartî rêkûpêk bikin, ma ne ew bûn yên mirin vegerandin jiyanê, bê goman her yek ji wan bi karekî ji yê din cida bû û hin ji wan wê bimînin ji karê locistîk re û hin wê dîsa vegerin bereyên şer.

Rijîmên dagirkerên Kurdistanê her dibin gurtir dibin, hemû hewildanên xwe dikin da hêviyên gelê kurd biçewsînin, û ji tirsa pêwendiyên navbera gelê kurd da serxet û binxetê, Tirkan sînorekî bi têlên stirî çêkirin û tejî bimbe û mayin çandin ji bo rê li çon û hatinê bigrin da kurd nikaribin pêwendiyan êkser li gel hev bikin.

Lê têkoşeran karîn Beramberî dijminan rawestin û karîn çendîn girûpên pespor li ser sînoran çalak bikin û bi dizî wan mayinên ku hatîn çandin hilînin û paş re bişînin Kurdistanê radestî pêşmergan bikin da li dijî dijmin û parastina şoreşê bikar bînin.
Her weha gelek girûpên din seranserî sînorê navbera Sûriya û Tirkiya de hatin pêkanîn ji bo hilkirin û rakirina mayinan ji bin erdê û şandina wan ji bo şoreşa kurdî çalak bû.

Emê hinekî li ser girûpa Xudê jê razî Mecîd Yusif Xano baxivin ku ew yek ji endamê şana yekem ya ku beşdarî şoreşa gulanê bû, helbet hin girûpên din jî hebûn seranserî sînor hatibûn dabeş kirin derfet nîne em li ser hemuyan baxivin tenê mebesta me bîranîna girûpa Mecîd Yusif Xano ye di vê mijarê de em wî binasin.

Navê wî Mihemed Mecîd Xano bû li gundê Meran li bakûrê Kurdistanê jidayik bibû, di jiyek piçûk de bavê wî çûbû li ser dilovaniya Xudê, Ji ber vê yekê diya wî Xanimê debara wî kir bû, û ji ber wê jî navê wî kir bûn Mecîdê Xanê.

Piştî dibe genc diçe leşkeriya neçar di dema Atatork de dibe serbazekî herî sekvanê jîr û pileya yekem di gulebaranê ya hindirê hêza xwe de distîne.

Ji ber jîrbûna wî evserekî tirk jê dipirsê: nav û nîjada te çi ne?
Got: navê min Mecîd Yusiv e û ez Kurd im.
Ev gotin li evserê tirkê nijad perest ne xweş tê çimkî gotinek qedexe bikaranî loma ji dêvla betlaneya ku soz dabû, bi ceza, îşkence û zîndanê lê hat xelat kirin, û ji egera eskencê û lêdanê pişt û polê wî hatin şikandin, lê Mecîd ne diviya resniya xwe winda bike çimkî bi serbilindî ji kurdîniya xwe hez dikir.

Piştî vê bûyerê Mecîd Xano karî ji leşkeriya tirkan bireve û xwe bighîne binxetê û bibe nişteciyê gundê Maşoqê.

Ji ber reftar û sincê wî yê pak karê şervanî ji bal Mihemed Şerîf Haco ve spartin wî li gel Hesen Axa Haco dibin çavdêriya Komela Xweyîbûn, Mecîdê Xano nemerdî nekir da li ser Ihsan Nûrî Başa (Şoreşa Agrî) bar sivik bike.
di sala 1946ê li gel hevalê xwe Osman Hesen Haco hewildan ku tevlî Komara Kurditanê bibin lê mixabin ji berî bighin Komar hat rûxandin.

Her weha Mecîdê Xano pişikdarî di şoreşa Êlûnê de kir, paş re di şoreşa gulanê de erkê wî bû pesporê pûçkirna mayinan û veguhestineke rêkûpêk û nehînî di riya alîkariyên locistî ku hatibûn ava kirin ji bo alîkariya şoreşê dişandin.

Mala wî weke baregeha kadro û Pêşmergeyên ku li Sûriyê çalak bibûn berî ku pêwendiyên navbera şoreşa kurdî û hikûmeta Sûriyê de hinekî baştir bibûn.

Mecîdê Yûsifê Xano di 31-3-1991ê piştî raperîna azarê bi kesereke kûr berî ku serê xwe deyîne û canê xwe jidest bide çavê xwe kil dike bidîtina çiya û gund û bajaran çawa bi ala kurdistanê hatine xemlandin û gotina xwe ya dêrîn got:

Yê bê xwedî be bê xwedan e
Ya ku kurên rîbaza berzanî başqe dike ew bîr û biçûn û baweriya wan ya ku tucaran namire eger yek ji wan jiyana xwe jidest bide wê jiyaneke nû bi çek û alavên pêşketî vejîne.
Li ser dema jiyana nemir Mecîdê Yûsifê Xano de, kurê wî yê mezin Mihemedê Seîdê Xano, mirovekî xwenda û rewşenbîrekî zana bû weke dînamoyê hemû çalakiyên wê serdemê bû, ev e taybetmendiya vê rêbazê ku nifşê nû alê ji dest nifşê jiberî xwe werdigre.

Dema ku mayîn dihatin rakirin ji sînor, gundê Rikava dibû şana berxwedanê bi dizî û nehînî gundên sînor weke Mozelanê û Tilêlon, Pelîsî û Xirabreşka ber avê her weha Elîgamêş, Girbalat û zihêrî ne kêmî wî bûn, her weha gundê Çemşeref û Mezrê, Dêrika beravê û Eyîndîwerê jî.

Ev toreya ku pêwîstiyên şoreşê dabîn dikir ji van gundan tev çalak bûn û navenda wan li gundê Rekafa biserpereştiya Elîyê Yusfê Ne`mo bû.

Eliyê Yûsivê Ne`mo xwedanê bejna têkoşîna bilind, jidayikbûyê sala 1950î de li gundê Rikava, ew di sala 1967ê tevlî şoreşa îlûnê bû, di jiyek destpêka xortaniya xwe de beşdarî gelek şeran de kir, ji wan şerê çiyayê Zozik û Kelhedizê, piştî peymana Cezayirê vedgere gundê xwe paş re pêwendiyê bi hevalên xwe yên kevin re dike û tevlî şaneya yekem ya ku bidest şoreşa gulana pîroz kirî, ew di salên heştêyan yên sedsala borî de di navbera Kurdistana Iraq û Sûriyê de ji bo piştgiriya lojîstîkî ya şoreşê çûn û hatin dikir,mixabin ew ji aliyê hêzên ewlehiyê ve rastî girtinê hat, piştî 5 salan di girtîgihên rijîma Sûriyê de biryara sêderedanê jê re danîn.
Dema Şehîd Idrîs Berzanî hate agehdarkirin wê çaxê navbera şoreşa kurdî û hikometa sûriyê de xweş bibû ji egera nelehevkirina herdû baskên partiya Al-b`as a Sûrî û ya Iraqî de, wî navbeynkarî li gel hikûmeta Sûriyê kir û hikûmeta Sûriyê ew serbest berda.

Careke dî Elî Yusif xwe dighîne serhildana 1991ê û beşdarî gelek şeran dibe mixabin di şerekî de bi guleya sekvanekî birîndar dibe û ji ber vê yekê çavekî xwe ji dest dide û beşek ji laşê wî felc dibe û ji sala 1997’an û vir ve dibe şehîdekî zindî.

Êvara 29-4-2023ê li bajarê Zaxo Cineralê pêşmerge Elî Yûsif Na`mo koça dawî kir û roja din termê wî yê paqij ji bo gundê wî Rekafa hat veguhestin bi amadebûna cemawerekî mezin li goristana gund bi axê hate spartin.

Her weha li gundê Hemzebegê çîroka welatperêzekî dîtir heye ku bê rawestan bû di kar û xebata xwe de jidehim û bêdengî kar û erkê xwe berdewam dikir, belê ew Mela Qaimê Birahîmê Emer bû, ew jidayikbûyê sala 1920ê li gundekî nîzîkê Dêrikê ku malbeta wî li wir niştecî bibûn, xwendina olî li Berojka Dehokê li ber destê Şêx Elî îcazeya zanyariya olî wergire.

Mela Qasim bi zimanê Kurdî û Erebî dizanî li gel zaravê soranî jî ji ber ku têkiliya wî bi xwendekarên başûrê kurdistanê re hebû, zêdetir ku ew hemdemê Engilîzyan li Iraqê û Firinsiyan li Sûriyê gelek gotin û hemwateyên herdû zimanan baş dizanî.

Mela Qasim beşdarî şoreşa Eylûnê kir bi erkê lojîstîkî ji bo veguhestina çek, amûr û mirovan ji bo şoreşê, û mala wî weke baregeheke şoreşger û pêşmerge û siyasetmedarên Kurd û Kurdistanê bû, û piştre tevlî Koma yekem li gel kurê xwe yê mezin, Ebdulletîf Mela Qasim, ji bo gurkirina şoreşa Gulanê dibin.

di demeke kurt de vegera piştî wergirtina heman erkê berê û ji ber şert û mercên ewlehiyê yên di wê qonaxê de, ji kesî re behsa çalakiyên xwe yên siyasî û azadîxwaz ne dikir, tenê hevjîna wî Şîrîna Feqe Hesen, mala nepeniya wî bû, hem wekî dayik û hem perwerdevana nifşekî welatperêz û rewşenbîr bû.

Û kurê wî yê mezin Ebdulletîf Mela Qasim şeş mehan li cem komê ma, paşê vegeriya û erkê bavê xwe hilgirt ser milê xwe, dihat zanîn ku ew yek ji wan têkoşerên herî diyar bû yên di nav refên tevgera Kurdistanê de kar dikir.

Ebdulletîf gelek caran rastî desteserkirin, îskence û lêdanên giran dihat, ji ber wê jî xwîneke hindik rijiya ser mêjiyê wî û derdora 4 mehan di nav nivênan de ma, û paş re careke dî vegeriya ser karê xwe, lê hêzên ewlehiyê dest ji girtin û îşkencekirina wî bernedan, ji ber gelek nepeniyên veşartî li rex hebûn lê wî ti belge û agahî li ser çalakiyên xwe û yên hevalên xwe nedida.

ji encama lêdana lê dihat kirin xwînrijiya hindirê serê wî çalak dibû û li cihên xeter di serê wî de ji aliyê bijîjkan ve birînên wî hatin dîtin û li gorî raporta CT skaniyê, xwînrijandin ji ber xwînrijiya berê bû wesa dawî li jiyana wî hate kirin roja 29ê meha 8an sala 1995ê destê mirinê ew ji nav me revand mixabin hîn ew di lûtkeya xwe de bû.

Belê trajediya Kurda di tevgera têkoşîna wê ya di navbera hebûn û tinebûnê de têkoşernên payebilin anîn ku li ber wan bejin tên tewandin û şopa tiliyên wan mêra xwiya û diyar dibû da ku bijîn û bidomînin.
Va ye ew Ebdulletîf Mela Qasim e yê ku tiliyên xwe pencemor kirî li ser tevgera dîroka neteweyekî, derziya radyoya Filêbisê dimeşîne, û dengê qijqija wê û her car li ciyekî dirawetînê û dimîne guhdar bavê wî dizanê ew li benda çi ye, lê bira û zarok li benda stranekê ne ji vê alava seyir di wê demê de, hema her ew wê derziya gih çep û gih rast digerîne, ji nişka ve dengekî bilind dertê dibêje (êre dengî kurdistan e) ew bû arezuya wan ku lê digeran,şahiyê girte ser lêvên Mela Qasim û Ebdulletîf ji işqa çeka xwe ya elemanî derdixe û çend fîşekan diberde,wesa şahî dikeve nav malbetl de, vêcarê Mela Qasim ji bêdengiya xwe derdikeve ji dêlva Radyoyê ew ji zarokan re distirîne

Feqê me cûne feqa bejnê lê bejinê bejinê lê bejnê cavê reş belek))
Zarokan zanî ku şadiyeke zor gewre bû û ne ji xwe ve bavê wan ji wan re strand.
(Erê Şadiyeke gewre bû Ehmedê min-Wergêr)
Di 3-11-1984ê Mela Qasim çû ber dilovaniya Xudê piştî mirina hevjîna xwe bi salekî.

Çîrokên efserên nediyar gelekin û bidawî nayên, wesa gotin û tîp radwestin û pênivîs jî zuha dibin ne pelik û nejî gotin têra mêraniya siwarên rojhilatê, kurên Roj û ronahiyê, hezkirê azadiyê dikin.
Ew bûn yên efsanewer ku li hêviyan xwedî derketin, îro ev hemû ked û têkoşîna û azariya wan qehreman û lehinga ye, ku welatek û jiyanek nû hatiye ava kirin em bi şadî dijîn, silav û rêz ji wan û hevalên li ser rêbaza wan heta niha ew berdewam in.




Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

169