Elmaniya bo Desteya Danûstandkara Sûriyê:  Di piştgiriya opozisyon û miletê Sûrî de berdewam in

Elmaniya bo Desteya Danûstandkara Sûriyê: Di piştgiriya opozisyon û miletê Sûrî de berdewam in

May 27 2023

ARK NEWS... Wezîrê dewletê bo karûbarên derve li Elmaniya û şandiyê taybet yê Elmaniya bo Sûriyê pêşwazî li şandeke Desteya Danûstandkar ya Sûrî bi serokatiya Dr. Bedir Camûs û bi beşdarbûna Îbrahîm Biro nûnerê ENKSê di Desteyê de li Berlînê paytexta Elmaniya kir.

Tobiyas Lîndner wezîrê dewletê bo karûbarên derve li Elmaniya tekez kir ku welatê wî dê di piştgiriya opozisyon û miletê Sûrî de berdewam be, serbarî berdewambûna fişarê ji bo çareseriya siyasî ya giştgir li Sûriyê li gor biryara 2254 û rêbazeke avabûyî li ser mercan beramberî rêjîmê.

Herwiha Stîvan Şinîk şandiyê Elmaniya yê taybet bo Sûryê ji şanda Desteya Danûstankar re tekezî li ser piştevaniya welatê xwe ji çareseriya siyasî ya giştgir re li Sûriyê li gor biryara 2254 kir, û diyar kir ku welatê wî piştevaniya gelê Sûriyê û daxwazên wî dike.

Di vê derbarê de Desteya Dnûstandkar li ser rûpela xwe ya fermî Roja Înê 26 Gulana 2023, ragihand ku şanda Desteyê tekez kir ku êş û azarên gelê Sûriyê dê berdewam bin eger çareseriyeke siyasî li gor biryara navdewletî 2254 ne be.

Serbar kir jî, ku şandê tekezî li ser giringiya sizakirina rêjîma Sûrî li ser tawanên li dijî gelê Sûriyê kir, ji bo bidawîanîna êş û azarên Sûriyan û serbestberdana girtiyên di girtîgehên rêjîmê de.

Di vê derbarê de Samiwêl Worbêrg berdevkê bi navê wezareta derve ya Emerîka jî tekezî li ser redkirina welatê xwe ji xweşkirina peywendiyan bi rêjîma Sûrî re kir, û serbar kir ku sizayên Emerîkî li ser rêjîmê dê berdewam bin.

123