Gebriyêl Mûşê: Pêwîst e PYDê dergehê ji berjewendiyên siyasî dûr bixe

Gebriyêl Mûşê: Pêwîst e PYDê dergehê ji berjewendiyên siyasî dûr bixe

May 21 2023

ARK NEWS... Gebriyêl Mûşê berpirê Nivîsgeha Peywendiyan di Rêxistina Aşûrî ya Demoqratîk de ragihand ku siyasetatên PYD sedema sereke ya daxistina dergeh in.

Gebriyêl Mûşê berpirê Nivîsgeha Peywendiyan di Rêxistina Aşûrî ya Demoqratîk ku di heman demê de serkirde di Eniya Aştî û Azadiyê de ye, taybet ji ARKê re got: Bikaranîna PYDê ji dergehê (Sêmalka) ji bo berjewendiya siyasî, bandoreke nerênî li welatiyan dike.

Da zanîn jî: Sînordarkirina azadiya siyasetmedaran, li dijî peymanên navdewletî yên mafên mirovan e. Pêwîst e PYD û rêveberiya xwe bi nerimbûn serederiyê li gel doseya girtina dergehê ku di xizmeta tevaya pêkhateyan de ye, bikin.

Mûşê anî ziman: Pêwîst e dergeh ji berjewendiyên siyasî dûr bikeve, û bo karên mirovî û xizmeta xelkê be.

Di dawiya axaftina xwe de got: Em weke Eniya Aştî û Azadiyê û Rêxistina Asûrî Dîmokartî daxwaza azadiya tevgerê di rêya dergehê Sêmalka re dikin.

126