Zaroka 3 salî Mêral Bekir li Kobanê kete bîrekî de û bû qurbanî

Zaroka 3 salî Mêral Bekir li Kobanê kete bîrekî de û bû qurbanî

May 21 2023

ARK NEWS... Zarokeke kurd temen 3 salî li gundekî bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê kete bîrekî de piştî çend demjimêran jiyana xwe ji dest da.

Jêderên ARKê dane zanîn ku Mêral Bekir li gundê Bînder kete bîrekî kûr de, ku kûrahiya wî 17 metir in.

Jêderan tekez kirin ku piştî bêtir ji rojekê hat derxistin, lê jiyana xwe ji dest dabû.

Jêderên xwecihî serbarî dîdevanan bal kişandin ser wê yekê ku nebûna pispor û alavên pêkestî bûye serdema nerizgarkirina zaroka kurd.

Di 2yê Nîsana îsal jî Mihemed Salih li Kobanê di heman bûyerê de kete bîrekî de jiyana xwe ji dest dabû.

193