Efrîn .. Çekdaran 3 welatî revandin

Efrîn .. Çekdaran 3 welatî revandin

May 25 2019

ARK NEWS ..Rêxistinek mafê mirovan ragihand ku çekdaran li Efrîna Rojavayê Kurdistanê endamekî Encûmena Xwecihî ya navçeya Cindirêsê û 2 welatiyên din revandin .

Rêxistina Mafê Mirovan di raporteke xwe de 24ê Gulana 2019an da zanîn ku polîsên leşkerî yên ser bi girûpên çekdar ve ji beriya 20 rojan Endamê Encûmena Xwecihî ya navçeya Cindirêsê Cegerxwîn Ismaîl kurê Ehmed revand û ta niha tu zaniyarî li ser tune ne .

Li Şêrawa jî heman rêxistinê tekez kir ku çekdarên Hemzat di 22ê Gulanê de herdu welatiyên bi navê Welîd Silêman Xidir ji gundê Aqîbê û Yûsif Şemûnî yê 44 salî revndin û li hermber serbestberdana wan fidya xwestin ji ber ku tometa wan peywendî û têkiliya bi PYDê re ye .

Ş.E

458