20 rêxistinan vegerandina penaberên Sûriyê li Lubnanê red kir

20 rêxistinan vegerandina penaberên Sûriyê li Lubnanê red kir

May 13 2023

ARK NEWS... Hejmarek ji rêxistinên mafê mirovan vegerandina penaberên Sûriyê yên li Lubnanê dimînin bi tundî şermezar kir.

20 rêxistinên mafê mirovan di daxuyaniya xwe de kiryarên Hikûmeta Lubnanê derbarê girtina ser malan û vegerandina penaberên Sûriyê bi neçarî red kirin.

20 Rêxistinan dane zanîn ku rewş li Sûriyê ne aram e, kesên têne vegerandin rastî girtin û binçavkirinê tên.

Wan rêxistinan bang li Hikûmeta Lubnanê kir ku ji biryara xwe vegere û rêzê li penaberan bigire.

Di vê dema dawiyê de Hikûmeta Lubnanê hejmareke mezin ji penaberan girtine û bi neçarî radestî rêjîma Sûriyê dikin.

104