Ibrahîm Biro: Me 3ê mijar li Emerîkayê gotûbêj kirine

Ibrahîm Biro: Me 3ê mijar li Emerîkayê gotûbêj kirine

Apr 28 2023

ARK NEWS... Şandek ji Desteya Danûstandkara Sûriyê 25ê Nîsana 2023yan berê xwe da Emerîkayê, hejmarek hevdîtin encam dan.

Ibrahîm Biro, nûnerê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî di Desteya Danûstandkara Sûriyê de ji ARKê re da zanîn ku mebest ji serdanê rêgirîkirin li vegerandina peywendiyan bi rêjîma Sûriyê re tê.

Anî ziman ku nexasim helwêstên dawiyê bi taybet helwêsta Siûdiyê û Iranê û nêzîkbûna wan.

Biro tekez kir ku asayîkirina peywendiyan bi rêjîma Sûriyê re ne çareser e lê belê divê li gorî biryarên navdewletî ye.
Navbûrî got jî ku mijara penaberên Sûriyê li Lubnanê û Sûdanê jî têne gotûnêjkirin.

Şanda Desteya Danûstandkara Sûriyê li gel Barbara Lîf Cîgira Wezîrê Derve yê Emerîkayê ûberpirsên Wezarata Derve û Kongirêsê civiya.

Şanda Desteya Danûstandkara Sûriyê bi serokatiya Dr. Bedir Camûs, û ji her yek ji Salim Muslit, Ibrahîm Biro û Fedewa Icêl pêk tê.

Biryar e hejmarek hevdîtinên din encam bidin.

168