Nêçîrvan Barzanî piştgiriya xwe bo rojnamevanan, azadiya çapemeniyê û azadiya derbirînê tekez kir
ARK NEWS... Serok Nêçîrvan Barzanî bi helkefta125 saliya roja Rojnamegeriya Kurdî û 25 saliya damezrandina Sandîkaya Rojnamevanên Kurdistanê pîrozbahî li hemû rojnamevanên Kurdistanê kir û tekezî li ser azadiya derbirîn û pênûsa rojnamevanan kir. Naveroka nameyê ev e:
Bi helkefta 125 saliya roja Rojnamegeriya Kurdî û 25 saliya damezrandina Sandîkaya Rojnamevanên Kurdistanê pîrozbahiyê li hemû rojnamevanên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê ji wan ra dixwazim. Silav li bîranîn û giyanê Miqdad Midhet Bedirxan yê pêşeng ku, yekemîn rojnameya (Kurdistan) çap kir û weşand.
Bi vê minasibetê ez careke din hemû piştgiriya xwe ji bo rojnamevanan, azadiya çapemeniyê, azadiya derbirînê, azadiya pênûs û azadiya nivîsandinê dupat dikim. Azadiya rojnamegeriyê sitûn û bingeha sereke ya her civakek zindî û pêşketî ye, pêdiviyeke pêşîne ya pêşxistina demokrasî, azadî û parastina mafên mirov e, lewma divê bê parastin.
Peyv berpirsiyaretiye, lewra ez daxwazê ji rojnamevanên Kurdistanî dikim ku gelek bi emanet û bi berpirsiyarî bi peyvan ra rawestin û bi awayekî azad, profesyonel û rast nûçe û bûyeran bigehîn in. Kar û wezîfeya xwe bi rêkûpêk û di çarçoveya etîka rojnamevaniyê da bi cih bînin da ku karibin rola xwe ya guncaw di tespîtkirina şaşiyan û kêmasiyan û serastkirina wan da bilîzin.
Silav û nemirî ji bo hemû wan rojnamevanên di serdema têkoşîn û azadiyê da jiyana xwe ji dest daye. Bîranîna wan her tim bi xêr be.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
22ê nîsana 2023ê
249
