Serok Barzanî di kîmyabarankirina Balîsan Şêx Wesanan û Dola Xoşnawetî de: Birînên kûr in

Serok Barzanî di kîmyabarankirina Balîsan Şêx Wesanan û Dola Xoşnawetî de: Birînên kûr in

Apr 16 2023

ARK NEWS... Serok Barzanî di salvegera kîmyabarankirina Balîsan, Şêx Wesanan û Dola Xoşnawetî de da zanîn ku tawanên li beramber gelê Kurdistanê hatine encamdan, birînên kûr in.

Roja Yekşema 16ê Nîsana 2023 Serok Mesûd Barzanî li hejmara xwe ya fermî ya li twîterê peyamek di derbarê salvegera kîmyabarankirina Balîsan û Şêx Wesanan û Dola Xoşnawetiyê belav kir ku ev e jî naveroka peyama Serok Barzanî ye:

Tawana kîmyabarankirina Balîsan û Şêx Wesanan û Dola Xoşnawetî û hemû ew tawanên li beramber gelê Kurdistanê hatine encamdan, birînên kûr in li ser laş û cesteyê gelê me û tu demekê nayên jibîrkirin.

242