Kesûkarên şehîdên Newroza Cindirêsê hawara xwe gihand serok Barzanî

Apr 10 2023

ARK NEWS... Kesûkarên şehîdên Newroza Cindirêsê bang li serok Mesûd Barzanî kir ku destêwerdanê bike û mafê wan vegerîne.

Roşîn Osman Pêşmerg ku xwîşka şehîdên komujiya Cindirêsê ye taybet ji ARKê re perçe vîdiyoyek şand tê de hawara xwe gihand serok Mesûd Barzanî.

Roşîn tekez kir ku 21 roj in ta niha tu rêkareke berçav bo dadgehkirin û sizedana kujeran tune ye, berûvajî doz winda dibe û xemsarî û neguhdan tê de heye.

Roşîn anî ziman ku: Di 2 xulekan de 4 welatî kuştin, lê çima nikarin mafê me bistînin û kujerên ji Ceyş Elşerqiyê dadgeh bikin.

Di dawiyê de bang li serok Mesûd Barzanî û aliyên navdewletî kir ku fişarê bikin û mafê wan bisîtin.


385