ENKSê li Qamişlo komkujiya Cindirêsê şermezar dike

ENKSê li Qamişlo komkujiya Cindirêsê şermezar dike

Mar 24 2023

ARK NEWS... Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê bang li cemawerê kurd kir ku li pêşiya baregeha Netewên Yekgirtî li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê kom bibin û nerazîbûna xwe ji komkujiya Cindirêsê re nîşan bidin.

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî di daxuyaniya xwe de got: Kombûn siba Şemiyê 25ê Adara 2023yan demijmêr 12ê nîvro bi rê ve diçe tê de di nerazîbûn li ser kiryara qirêj bi şehîdkirina 4 welatiyên kurd şeva Newrozê li Cindirêsê yê bi ser Efrîna Rojavayê Kurdistanê nîşan bidin.

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî da zanîn ku vexwendin giştî ye.

Ş.E

118