6 sal in çalakvan Fûad Ibrahîm ji aliyê çekdarên PYDê ve revandî ye

6 sal in çalakvan Fûad Ibrahîm ji aliyê çekdarên PYDê ve revandî ye

Mar 24 2023

ARK NEWS... Di salvegera revandina çalakvan û xebatkar Fûad Ibrahîm, ku îro 24ê Adara 2023yan de, 6 sal li ser revandina wî re derbas dibin, tevî ku HSDê di daxuyaniyeke fermî de xwe weke berpirs di ber revandina wî de dîtiye, lê ta niha rêveberiya PYDê li ser nediyakirina cihê wî rijd e.

Di 24ê Adara 2017an de, çekdarên PYDê li deverekê navbera gundê Mameşor û Şekirxaçê li derdora Dêrika Rojavayê Kurdistanê de, çalakvan Fûad Ibrahîm revand, tevî hewlên berdewam, lê ta niha bêserûşûn e, û çarenivîsa wî ne diyar e.

Çalakvan Fûad Ibrahîm, wek endamê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê bû di gelek xwepêşandanên li dijî rêjîmê de beşdar kiribû, ji ber çalakiyên xwe, ji aliyê rêjîm, û PYDê ve rastî astengî û rêgiriyan dihat.

Di 2yê Cotmeha 2016an, ji ber çalakiyekê hat revandin, û dawîn car di 24ê Adara 2017an, çekdarên PYDê ew revand, û ta roja îro dangûbasên wî hatine birîn.

Di vê derbarê de, piştî ku danûstandin navbera ENKSê û PYNKê de dest pê kirin, ENKSê lîsteyek ji navê 8 revandiyan pêşkêşî HSDê kir, HSDê jî ji aliyê xw ve, daxuyaniyek di 10ê Çileya 2020an belav kir û bersiva ENKSê da tê de revandina Fûad Îbrahîm û Emîr Hamid li xwe girt û berpirsiyaretiya rewiştî ji bo diyarkirina çarenivîsa wan da diyarkirin, û ragihand ku lêpirsîn û vekolîn di derbarê herdu navan de berdewam in.

Li şûna ku çarenivîsa revandiyan diyar bike, berûvajî wê, PYDê kiryar û reftarên xwe di dermafê ENKSê û PDK-Sê de gurtir kiriye.

Ş.E

137