
Serok Barzanî: Ji Xwedayê mezin hêvîdar im rojiyên hemûyan bipejrîne
Mar 23 2023
ARK NEWS... Serok Mesûd Barzanî peyamek bi helkefta hatina meha pîroza Remezanê belav kir, naveroka peyamê ev e:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina meha pîroza Remezanê pîrozbahiyê li misilmanên Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim.
Ji xwedayê mezin hêvîdar im îbadet û niza û rojiyên hemûyan qebûl bike û meha pîroza Remezanê ji bo hemû aliyek bibê hewêna xêr û bereket û ronahiyê.
Mesûd Barzanî
30ê Şabana 1444
22ê Adara 2023
58