Dî mistora dê li gel welatên gerentîdar ji Asîtana re bicive

Dî mistora dê li gel welatên gerentîdar ji Asîtana re bicive

Nov 01 2018

Hindek jêderên xwecehî raghandin, ku şandiyê navdewletî ji bo Sûriyê Stîvan Dî mistora wê di 10 heyva bê li gel nunerên welatên gerentîdar ji Asîtana re bicve .

Her li gorî ajansa Akî ya Îtalî ku Dî mistora wê civîna xwe bi nûnerên welatên Rûsiya, Tirkiyê û Îranê li Cenêvê lidarbixe berya pêşkêşkirina axaftina xwe ya dawî di Encûmena Ewlehî de .

Civîna Dî mistora bi welatên gerntîdar re ji Asîtana re wê were lidarxistin wekû berdewamiyekî ye ji lûtkeya çar alî derbarî Sûriyê ku li Istenbola Tirkî hate lidarxistin herweha civîna girûpa heft alî ji bo Sûriyê, ku li Brîtaniya hat lidarxistin

446