Hoşeng Semgemor: Barzaniyê nemir nasnameya gelê kurd e
ARK NEWS... Şandek ji rêxistina Zaxo ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê serdana mezarê Nemiran li Barzan kir.
Roj Înê 10 Adara 2023yan, şandek ji rêxistina Zaxo ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya bi serokatiya Hoşeng Semgemor endamê Komîta Navendî û berpirsê rêxistina Zaxo û bi beşdariya hejmareke mezin ji kadir û endamên PDK-Sê serdana mezarê Nemiran li devera Barzan kir.
Û ji aliyê Şêx Xelat Barzanî ve pêşwazî li şandê hate kirin.
Hoşeng Semgemor endamê Komîta Navendî û berpirsê rêxistina Zaxo di gotara xwe de got ku em ê li ser rêbaza Barzaniyê nemir berdewam bin.
Da zanîn jî ku Barzaniyê nemir nasnameya gelê kurd e.
175