Rêxistinên mirovî û hewarçûnê avakirina hevpeymaniyeke mirovî bo Sûriyê ragihand
ARK NEWS... Nêzîkî 97 rêxistinên mirovî û hewarçûnê yên Sûrî di daxuyaniyekê de avakirina hevpeymaniyeke mirovî bo Sûriyê bi armanca çareserkirin ji encam û ziyanên erdhejê re ragihand.
Heman rêxistinan di daxuyaniya xwe de daxwaza bilezkirin di cîbicîkirina rêkar û tedabîrên piraktîkî ji bo gerentîkirina derbaskirina alîkariyên mirovî di rêya sînor re bo dema bêhtirî salekê ji bo ziyandîtiyên erdhejê li Sûriyê, dabînkirina alîkariyên darayî bi qasî 200 melyon dolarê Emerîkî di heyama 3ê mehan de kir.
Herweha daxuyaniyê tekezî li ser giringiya belgekirina qurbaniyên erdhejê kir, û got pêwîst e para mezin di piroseya cîbicîkirin û wergirtina piştevaniya teknîkî ji hevparan di destê dezgehên xwecihî de bin û piştevaniyek zêde jî bo rêxistinên civaka sivîl were pêşkêşkirin .
276
