Şêwekar Yasmîn Xelîl dahtanên tabloyan bo ziyandîtiyên Cindirêsê terxan dike
ARK NEWS... Di 6ê Sibatê de erdhejeke bihêz li deverê rû da, li ROJAVAYê Kurdistanê, bajarê Cindirêsê ziyanek mezin pê gihşt, bi hezaran welatî bûne qurbanî jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn, serbarî bi hezaran avahî, û xanî, hilweşiyan, û ziyan dîtin û êdî bi bajarekî wêranbûyî hatiye binavkirin.
Ji wê rojê ve, hewl tê kirin ku alîkariyan pêşkêş bikin, lê hizra ku hejmar ji şêwekarên kurd kirin, cudartir û ciyaweztir e
Şêwekar Yasmîn Xelîl keçeke kurd xwest bi rengekî cuda alîkariya ziyandîtiyên bajarê Cindirêsê û Efrînê bike, di pirojeya xwe de bi ser ket yek ji dahatên tabloyên xwe bo ziyandîtiyan terxan kir.
Yasmîn Xelîl li ser kavilên bajarê Cindirêsê yê herêma Efrîna Rojavayê KurdIstanê hin tablo saz kirin, tê de êş, azar, derdeserî û zehmetiyên encamên erdhejê ji raya giştî re veguhstin.
Di tabloyên xwe de wêneyên zarok, jin, û avahiyên hilweşiyayî daye diyarkirin, bo cara yekê yek ji tabloyên xwe li ser weşana zindî tablo firotin, da ku bibe beşek ji dirêjkirina alîkariyan bo ziyandîtiyên erdhejê.
Şêwekar Yasmîn Xelîl keça gundê Gobekê yê navçeya Mabeta di lêdwaneke taybet de bo ARKê da diyarkirin ku yek ji tabloyên xwe bi 5700 yoro firotiye, dahatên wê bo şîrê zarokan, û kirîna konan bo malbatên ziyandîtî ji encama erdhejê de dê terxan bike.
Ji bilî Yasmîn hejmarek din ji şêwekaran dest bi hilmetê kirine, da ku bibin sedemek ji sivikirina êş û azaraên malbatên ziyandîtî.
Ji 6ê mehê ve ta niha rewşa mirovî li bajarê Cindirêsê pir zehmet e, nexasim bi sedan avahiyên hilweşiyaî nehatine rakirin û paşguhxistina rêxistinên cihanî yên peywendîdat. li ser asat rêxistinên mirovî bi tenê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî weke yekem rêxistin xwe gihand herêma Efrînê, di hawarçûna ziyandîtiyan û pêşkêşkirina alîkaraiyan de berdewam e, lê ji bilî dezgehê destpêşxeriyên kesayetî hene û bi aweyekî tekane bi hawar malbatan ve diçin.
Ş.E
312
