Mihemed Şêrîn: Em ê di hilmeta xwe de berdewam bin

Mihemed Şêrîn: Em ê di hilmeta xwe de berdewam bin

Feb 16 2023

ARK NEWS... Serkidayetiya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê li Herêma Kurdistanê îro 16ê Sibata 2023yan civînek li dar xist, tê de behsa hilmeta komkirina alîkariyan de bo ziyandîtiyên Efrîn û Cindirêsê kir.

Mihemed Şêrîn endmê Komîta Navendî ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê di vê derbarê de taybet ji ARKê re da zanîn ku roja Duşema bê dê kongirek li ser hilmeta were lidarxistin.

Anî ziman jî ku Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê di komkirina alîkariyan de bo ziyandîtiyên Efrîn û Cindirêsê berdewam e, di roja xwe ya 8an de ye.

Ji dema ku serkidayetiya PDK-Sê li Herêma Kurdistanê banga komkirina alîkariyan bo ziyandîtiyên Efrînê û Cindirêsê daye, ta niha hilmetên komkirina alîkariyan li Hewlêr, Duhok, û Ewropayê berdewam dikin.

Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya li Hewlêrê serbarî yên li parêzgeha Duhokê pêşwazî li bexşînerên zîyandîtiyên erdheja Efrîn Cindirêsê li Rojavayê Kurdistanê dikin.

Li gorî nûçegîhanê me daye zanîn ku rojane hejmarek mezin ji pexşîneran berê xwe didin nivîsgehên PDK-Sê da ku bi hawara zîyandîtiyên Efrînê û Cindirêsê ve biçin.

Îro jî li gorî nûçegîhanê me gotiye ku li Hewlêrê li nivîsgeha Rêxistinî ya PDK-Sê hilmet berdewam dike û şênî berê xwe didin nivîsgehê da ku alîkariyan bidin.

136