PDK-Sê: Şehîd Idrîs Barzanî yek ji serkirdeyên ku pencemora wî heta niha diyar e

PDK-Sê: Şehîd Idrîs Barzanî yek ji serkirdeyên ku pencemora wî heta niha diyar e

Feb 01 2023

ARK NEWS... Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê nameyek di 36emîn salroja şehîdbûna Idrîs Barzanî de belav kir û tê de got, ku Idrîs Barzanî yek ji serkirdeyên, ku cihê pencemora wî heta weke niha xuya ye.

Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê got ji destpêka jiyana xwe ve Idrîs Barzanî tevlî xebatê ji bo gelê kurd li Başûrê Kurdistanê û li parçeyên din yên Kurdistanê bû, ku di vî warî de serkeftin tomar kirin.

Herweha Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya, got şehîd Idrîs Barzanî tevaya hêza kurdî xiste xizmeta doza kurdî de, û di jiyana xwe de xebat ji bo yekrêziya navmala kurdî kir, ew jî ta ku armancên bilindên tevgera rizgarîxwaza kurd werine bicîkirin, û ne ji valeyî bi endazyarê aştiyê hate naskirin.

Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya got jî rêbaza Idrîs Barzanî xebat ji bo kiriye, ku rêbaza Barzaniyê nemire heta weke îro jî berdewame û serok Mesûd Barzanî berdewamiyê bi xebatê li ser heman rêbazê dide.

455