8 sal in Pêşmerge Hocam Sûrçî şehîd e

8 sal in Pêşmerge Hocam Sûrçî şehîd e

Jan 25 2023

ARK NEWS... Îro 25ê Çileya 2023yan, 8 sal li ser şehîdbûna pêşmerge Hocam Sûrçî re derbas dibin, ku bi şêweyekî hovane bi destî terorîstên DAIŞê şehîd bûye.

Şêhîdê pêşmerge Hocam Ebdulrehman Sûrcî jidayîkbûyê sala 1970î ye, ji sala 1991ê de tevlî refên pêşmergeyan bûbû.

Dema şerê DAIŞa terorîst li ser herêma Kurdistanê, di çarçoveya rûbirûbûnekê, weke dîl kete destê DAIŞiyan de, di 25ê Çileya 2015an de wate beriya 8 salan ve, li bajarê Mûsilê bi destê terorîstekî bi aweyekî hovane hate şehîdkirin, ku ew terorîstê ku tawana xwe encam daye, piştre di encama operasyoneke hêzên pêşmergeyan de hate kuştin.

Ji ber qehremanî û lehengiyan pêşmerge Hocam, peykerek li zêdê wî li navçeya Roviya ya qezaya Berdereşê li parêzgeha Duhokê hate danîn.

Şehîdê Pêşmerge yak ji nîşan û sembolên xweragirî û neçemandinê ye, nexasim di wêneya wî de diyar e, heta ku dîl ketibû, dîsa serê xwe ji terorîstan re danexist û neçemand û serfiraz û serbilind ma.

Sala bûrî dema serokê Fransayê serdana Herêma Kurdistanê kirbû, Makron hevdîtinek bi malbatê wî re pêk anî û tê de behsa rola wî û hêzên pêşmerge di şerê DAIŞa teror de kirbû.

Ş.E

98