6 zarok bûne qurbaniyên paşmayên şer li Sûriyê

6 zarok bûne qurbaniyên paşmayên şer li Sûriyê

Jan 25 2023

ARK NEWS... Di heyama 24 demjimêran de, bi sedema teqîna paşmayên şer 6 zarok li navçeyên cuda cuda li Sûriyê bûne qurbanî.

Rewangeha Sûriyê ya mafên mirovan ragihand, ku di heyama 24 demjimêrên bûrî de, di encama teqîna mayîn û bombeyên çandî ji paşmayên şer li navçeyên cuda cuda li Sûriyê 2 zarokan canê xwe ji dest dan, û 4 zarokên din jî bi giranî birîndar bûn û ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Li gorî amara rewangehê bi vê yekê hejmara qurbaniyên paşmayên şer ji destpêka îsal ve û ta niha gihiştiye 14 kesan ji wan 10 zarok in serbarî birîndarbûna 19 kesên din ji wê hejmarê 12 zarok û 30 jin in.

155