Li Dêrikê du rewşên diziyê hatin tomarkirin
Jan 05 2023
ARK NEWS... Li gundên Dêrika Rojavayê Kurdistanê dizî zêde bûye, di dema dawiyê de jî du rewşên diziyê hatine tomarkirin.
Jêderekê taybet ji ARKê re îro 5ê Çileya 2023yan da zanîn ku li gundê Girê Pirê 40 serî pez hatin dizîn, herweha şer navbera xwediyên pêz û dizan de derket, di encamê de 2 ji şêniyên gund birîndar bûn, herweha yek ji dizan birînadr bûye.
Li gundê Berbîsa ku hemû pêkhatiyên wî gundî mesîhî ne, çêlekeke welatiyekî kurd ku bi tena xwe li wî gundî ye, hat dizîn.
236
