Hevdîtina Rûsyayê, Tirkiyeyê, Sûriyeyê ji bo kurdan nîşan a fealeketeke nû ye
Îbrahîm GUÇLU

Hevdîtina Rûsyayê, Tirkiyeyê, Sûriyeyê ji bo kurdan nîşan a fealeketeke nû ye

Dec 31 2022

Îbrahîm GUÇLU

Wek tê zanîn beriya li Sûriyeyê serhidanên siwîl dest pê bikin û bigihîje qonaxa şerê hûndir (navxwe), pêwendiyên Dewleta Tirk û Rejîm Baasê-Dewleta Sûriyeyê gelek baş bû. Her du dewletên kolonyalîst bi hev re dest bi civînên hevbeş (mişterek) yên hikûmetê kiribûn. Lê piştî demekê ku şerê navxwe li Sûriyeyê dest pê kir, pêwendiyên wan gelek xirab bû. Lewra Dewleta Tirk mixalefeta Ereban ya li dijî Rejîma Baasê re piştgirî kir. Di nav pêvajoyê de pêwendî xirabtir bûn. Dewleta Tirk gelek herêmên di bin bandor û desthilatdariya Rejîma Baasê de bûn ( gelekên wan jî herêmên kurdan bûn) dagir kir. Gelek caran jî di navbeyna herdû dewletan, yanî di navbera Dewleta Tirk û Sûriyeyê de şer çêbûn û xwîn rijiya.

Lê her dem ji bona ku pêwendiya Dewleta Tirk û Rejîma Baasê li Suriyeyê pêk bê, pêşniyar û niqaşe hebûn. Bi taybetî jî, ji bona ku pêwendiyên Dewleta Tirk û Rûsyayê gelek baş bûn, Rûsyayê ji Dewleta Tirk daxwaz dikir ku bi awayekî fermî Dewleta Tirk bi Rejîma Baasê re danûstandin bike.

Dewleta Tirk di qonaxekê de diyar kir ku berpirsiyarên îstixbaretên wan bi hev re hevûdîtin dikin. Ji aliyê Dewleta Tirk de dihat diyar kirin ku “heger şert pêk bên, wê demê di navbera hikûmet û serokên herdû dewletan de jî hevdîtin pêk tên.”

Lewra berjewendiya Dewleta Sûriyeyê û Dewleta Tirk di pirsa neteweya kurd de wek hevûdu ne.

Di encamê de ew roja hat. Beriya çend rojan wezîrên bergirî yên Dewleta Rûsyayê û Tirkiyeyê û Sûriyeyê; serokên îstixbaratên wan dewletan hatin cem hev, bi hev re mijar û pirsgirêkên di navbera wan de qise kirin. Gorî daxûyaniyên terefan; civîn baş derbas bûye, hemû pirsgirêk dane ser masayê, ji bona civînên wan berdewam bikin jî li hev kirine.

Gorî baweriya min ew qewimandineke gelek gir¬îng e. Bisporên stratejîk yên her sê dewletan û dinyayê jî di baweriyê de ne ku ew hevûdîtina sê dewletan girîng e.

Ev hevûdîtina sê dewletan dê gelek encaman biqewimîne, bi taybetî jî ji bona kurdan ev hevûdîtina sê dewletan gelek girîng e.

Daxûyaniyên Dewleta Tirk yên piştî civînê jî vê rastiyê û girîngiyê derdixe holê. Bi taybetî jî, serokkomarê Dewleta Tirk R. T. Erdoğan piştî civîna dawî ya Hikûmetê diyar kir ku “li Sûriyeyê di esas de li Rojavayê Kurdistanê li hemberî terorê-PKKê şer hat qonax û sefheyeke nû.”

Civîn jî bi her awayî vê daxûyaniya Serokê Dewleta Tirk rast derdixe.

Wek tê zanîn PKK/PYDê bi destê Rejîma Baasê hatibû ava kirin. Loma jî PKK/PYDê wek partiyeke Kurdistanê ava nebû û bêje-hevokên kurd-Kurdistanê jî di navê wê de cî negirt.

Kurdan di destpêkê de ji serhildana siwîl ya li Suryeyê re piştgirî kir. Ji mixalefeta Ereba re ket nav danûstandinan. Kurdan beriya ereban daxwaz dikir ku Rejîma Baasê bê guhertin, rejîma demokratîk û parlamenterîst û pirr partîtî ava bibe. Kurdistan jî otonom bine û kurd di serî de mafê xwe bi xwe îdarekirinê û hemû mafên neteweyî qezenç bike.

PKK/PYD li dijî vê stratejiyê derket. Loma jî Rejîma Baasê li dijî kurdan û mixalefetê PKK/PYDê çekdar kir. Min wê demê nivîsand ku ji bona kurdan xeterî û feleketekê dest pê kir.

Hezar mixabin ew nêrîna min di nav pêvajoyê de rast derket. Rejîma Baasê bi her awayî PKKê çekdar kir. Ji bona ku PKK/PYDê ji bona wan şerê wekaletê bimeşîne organîze kir.. Plana Rejîma Baasê li wir jî nesekinî, Rejîma Baasê rêvebirina Rojavayê Kurdistanê bi PKK/PYDê ve birêvebir. Rejîma Baasê, PKK/PYDê ji dîktatoriya xwe re kir şerîk.

Îranê jî, ji vê yekê re piştgirî kir û erê kir. Lewra PKK, di bin kontrol û bandora Îranê de bû. Îran jî, ji bona ku Rejîma Baasê biparêze hatibû Sûriyeyê, bi awayekî bi çek û milîsan li Sûriyeyê cîwar bibû. Dema ku Îran bê çare ma, ji Rûsyayê daxwaz kir ku Rûsya jî bê Sûriyeyê. Rûsyayê jî, ji bona ku li Behra Spî bibe hêzekê, hat li Sûriyeyê ji Rejîma Baasê re bû alîkar. Dikarim bibêjim ku Îran û Rûsya bûn sedem ku Rejîma Baasê li ser piya bimîne.

Di destpêkê de PKK/PYDê bû xûlamê Rejîma Baasê, Îranê û Rûsyayê. Li kurdan xirabî kir û li Kurdistanê felaket çêkir. Zarok revandin. Serokên kurdan yên civakî û siyası kûşt. Bû sedema kûştina deh hezaran kurdan. Dîsa rê vekir ku Dewleta Tirk bê herêmên Kurdistanê dagir bike. Rejîma Baasê bi plana nîjadperest ya Kemera Ereban nikarî bû ku Rojavayê Kurdistanê bike ereb, bi destê PKK/PYDê Herêmên kurdan bi ereban tijî kirin. Li hemberî partî û rêxistinên Kurdistanê şidet û zorbatî bi kar anî. Kurd kirin dijminê ereban jî. Navê Rojavayê Kurdistanê guhertin, kirin “Bakurê Sûriyeyê.”

PKK/PYDê dema Emerîkayê xwest bû xûlam û leşkerên Emerîkayê, li Rejîma Baasê, Rûsyayê, İtranê xiyanetî kir. Wê demê diyare bû ku PKKê bi piştgiriya van sê dewletan ji bona kurdan felaket çê kiribû, lê piştî ku li wan xiyanet kir felakete mezintir di pêşiya kurdan de bû. Diyar bû ku dê bedeleke wê bibe. Ew mijara û xeteriya beriya çendan salan jî min nivîsand.


Hevûdîtbana Dewleta Rûsyayê û Tirkiyeyê û Rejîma Sûriyeyê ji bona ew felakete mezin, deng digihîne guhên me. Dê êrişek hîn xûrt û organîzekirî û teknolojîk li Rojavayê Kurdistanê dest pê bike û dom bike.

Divê kurd ji vê êrişê re amade bin ku dê çewa zirareke mezin nebînin, hewil bidin û plan çê bikin.

Diyarbekîr, 30. 12. 2022




Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

141