QSDê zarokek revand
Dec 11 2022
ARK NEWS... Li bajarê Munbicê roja Çarşema bûrî, Hêzên Sûriya Demqratîk zarokek li bajarê Munbicê revand.
Tariq Mihemed Elhesen, ku bi tenê 15 salî ye, li pêş dibistana xwe hat revandin.
Jêderan dane zanîn ku tendirustiya wî ne baş e, û hin nexweşî pê re ne.
Jêderan tekez kirin ku ciwanên şoreşger yên bi ser QSDê ve ew revand, tevî hewlên malbatê, lê hîn jî çarenivîs ne diyar e.
Ş.E
131