Serok Nêçîrvan Barzanî di gel Seroka Macaristanê civiya

Serok Nêçîrvan Barzanî di gel Seroka Macaristanê civiya

Dec 10 2022

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja Înê 09.12.2022ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya xatûn Katalin Novak Seroka Macaristanê kir û civiyan.

Di civînê da têkiliyên Macaristanê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, proseya siyasî û rewşa Iraqê bi giştî, pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê û diyaloga ji bona çareserkirina wan pirsgirêkan, şerê li dijî terorê û metirsiyên Daîşê, rewşa koçber û penaberan û pêkhateyan li Herêma Kurdistanê hatin gotûbêj kirin.

Her du aliyan tekez li ser xwesteka du alî ya ji bo pêşxistina têkiliyan û hevkariyên hevbeş di hemû waran da kirin, û herwesa berdewamiya hevkarî û piştevaniya hevpeymaniya navdewletî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna terorîstan û jinavbirina Daîşê bi pêwîst zanîn.

Serok Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe ji bo serdana Seroka Macaristanê nîşana da û ew serdan wek piştevanîkirina Herêma Kurdistanê bi nav kir û ji bo piştgiriya serbazî di dema şerê li dijî Daîşê da bo Iraq û Herêma Kurdistanê û alîkariyên mirovî bi taybetî bo Mesîhî û Êzdiyan, li ser navê Herêma Kurdistanê, spasiya Macaristanê kir.

Birêz Katalin Novak Seroka Macaristanê, ji aliyê xwe ve, bi navê welatê xwe spasiya qurbanî û rola Pêşmerge di têkşikandina Daîşê da kir û tekez li ser berdewamiya piştevanî û hevkarîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo jinavbirina terorê kir. Herwesa teror û Daîş bo ser azadî û demokrasiyê bi metirsî zanî û spasiya
Herêma Kurdistanê kir ji bo pêkvejiyan, tolerans û parastina koçber, penaber û pêkhateyan, bi taybetî pêkhateyên Mesîhî û Êzdî.

Her di vê hevdîtinê de behsa peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel welatên cîran û navçeyê, giringiya parastina aramî û serweriya Iraqê, şerê Ukraynayê û encamên wê û çend mijarên din hatin nirxandin.

Malpera fermî

117