Salvegera 6an ya Şehîdbûna Xebatkar Selah Yûnis

Salvegera 6an ya Şehîdbûna Xebatkar Selah Yûnis

Dec 06 2022

ARK NEWS... Duh 5ê Berçileya 2022yan, 6 sal li ser şehîdbûna xebatkar Selah Yûnis bavê Kovan re derbas dibin.

Selah Yûnis jidaykbûyê gundê Til Hebeş yê gundewarê Amûdê ye, sala 1968an e, xêzandar bû û bavê 5 zarokan e, xwendina xwe ya seretayê, amedeyê û navendî li dibistanên Amûdê bi dawî kiribû.

Sala 1987an tevlî Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya bû, endamê encûmena herêmî yê PDK-Sê li bajarê Amûdê bû, sala 2012- 2013 beşdarî di xuleya amedekirina kadirên siyasî li Herêma Kurdistnê kirbû, 5 caran li ser destê rêjîma Esed hate girtin û cara 6an li ser destê çekdarên PYDê hate girtin, di sala 2005an de li ser destê sêxuriya rêjîma Esed hate girtin bi tometa belavkirina nûçeyên nerast ku ziyanê dighînê rêjîma Sûriyê hat girtin , ji girtîgiha şaxê Feyha yê sûxuriya rêjîmê ve hat veguhestin û piştî salekê hat serbestberdan.

Ew bi tawana belavkirina belavokên kurdî di 6/28/2008 de ji hêla Ewlehiya Leşkerî ve hate girtin. Di 12/21/2009 de hat serbestberdan.

Ew bi tometa endambûna komeleyek siyasî ji aliyê fermandariya polîsan ve li parêzgeha Hasakê hate girtin.

Salah Yûnis di 6/14/2016 de ji aliyê çekdarên PYDê ve hate girtin û 3ê mehan di girtîgehê de ma, bi tawana qaçaxçîtiya xortan û hevkariya wan bo Pêşmerge. Ew serbest hate berdan piştî ku li zîndanên PYDê ji çavekî kûr bû, û berê xwe da Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pizîşkî, li nexweşxaneyên Hawlêrê piştî ku di girtîgehên PYDê de bi nexweşiya Penceşêrê ket.

Endamê encûmena herêmî yê Partiya Demuqata Kurdistan - Sûriya PDK-S Salah Yûnis li Herêma Kurdistanê di 5ê Berçileya 2016an de jiyana xwe ji dest da.

135