Di roja mirina Atatirk de divê Kurd çi bibêjin û çi bikin?
Îbrahîm GUÇLU

Di roja mirina Atatirk de divê Kurd çi bibêjin û çi bikin?

Nov 11 2022

Îbrahîm GUÇLU

Dîktatorê dewleta Tirk û Atayê wan di 10.11.1938an de jiyana xwe ji dest da. Yanî beriya 84
salan ji nav burokratên xwe yên leşkerî û sivîl mala xwe bar kir. Dema ku Atatirk jiyana xwe ji
dest da, neteweya Tirk jî pir jê hez nedikir. Bi zorê ji wî re, ji dîktatoriya wî re îtîat kirin.

Dema ku ew mir Tikên ji wî hez nedikirin çi gotin û çi kirin mijareke gelek balkêş e.

Lewra wê demê ew hîn qasî îro din av Tirkan de nebibû serokekî civakî. Wek tê zanîn ku bi perwewrdeya
îdeolojî û fikrên wî perwerdeke bi zorê dest pê kir. Heta sala 1950yî tirkekî xwe li hemberî
wan dîktatoriya wî xwe bilivînin.

Bes di dema wî de, wî ji bona kugiraniya mixalefetê û dereceya hezkirina wî tespît bike rê da ku ji derveyî CHPê parti ava bibin. Wan parrtiyan
beşdarî hilbijartinê herêmî bûn.

Di encama hilbijartinamn de derket holê ku gelê Tirk jî ji wî
hez nake.

Loma wî û bi aparata dewletê ya kolonyalîst û faşîst û nîjadperest ew partiyan
qedexe kir. Berpirsiyarên partiyê hepi kir û di dadgehn Îstîklalê de ku serok û şervanên
kurdan di wan dadgehan de dihatibn darizandin, hatin darizandin, bi cûdaxwaziya DFewleta
Tirk û bi piştgiriya serhildanên neteweyî yên Kurdistanê hatin tewanbar kirin û ciza girtin.

Piştî mirina wî dîktatoriya yek partiyekê (CHP), yek serokekî (Îsmet Înonu) û yek îdeolojiyê
(Kemalîzmê) domand. Tirk jî bi îdeolojiya Kemalîzmê hatin perwrde kirin, her Tirkek bi
awayekî bû Kemalîst. Îro di roja mirina wî de ev rastiya careke din diyar bû. Îslamiyan û
mûhafazakaran ji Kemalîstan zêdetir qiymet dan mirina wî û ew bi awayekî gelek bi coş û
cemahîrî bibîranîn.

Dema mirov li sala mirina Atatirk binêre gelek aşkere diyar dnbe ku piştî ku an jî di rokjên kul
i Dersîmê qetlîama çêbûye jiyana xwe ji dest daye. Hîç şik tune ye ku biryara Qetlîama
Deersîmê ji aliyê wî de hatiye girtin û hatiye tetbîq kirin.

Beriya Qetîanma Dersîmê li Kurdistanê û li Zîlanê qetlîam pêk hatine. Ew jî bi biryara Artatir û hevalên wî hatiye girtin.

Kurdan dema ku Atatirk mirî ye, di derbarê wî de nayê zanîn ku çi helwest nîşandane û çi
nivîsandine. . Ez bi xwe di wê baweriyê de me ku li hûndirê welêt tiştek hatibe gotin û hatibe
nivîsandin. Lewra li ser Kurdan tirsa faşîst û terorî ya dewleta Tirk û Dîktatoriya Atatirk hebû.

Mimkûne ku mirovên doza Kurd û Kurdistanê li beşên din yên Kurdistanê û li derveyî welêt
bîrûreyên xwe nivîsandibin..

Ez vê mijarê hewcedarî lêkolînekê dibînim.

Piştî salên 1946an ku li Tirkiyeyê ji derveyî CHPê Partiya Demokrat (PD) ava dibe li hemberî
Kemalîstan û helwest tê guhertin. Piştî van salan kurdên çep dîsa piştgiriya CHPê dikin. Ew
Atatirk şoreşger,

li dijî emperyalîzmê wek rizgarîxwazekî bin av dikin. Lê nasyonalîstên kurd û Kurdên kul i dijî qetlîamên Atatirk bûn, piiştgiriya xwe ji Partiya Demokrat ya Menderes re
nîşan ddidan.

Lê dîsa jî di derbarê roja mirina SAtatirk de tiştek nehatiye nivîsandin.

Bi taybetî rexne li dijî Kemalîzmê piştî salên 1974an vekirî dest pê kir.

Lê di vê mijarê çep û sosyalîstên Kurd dîsa du beş in. Beşek ji wan pişitgirên Kemalîzmê ne.

Tevgera Riya Azadî û Tevgera DDKD/KİPê Piştgiriya CHPê kirin. Tevgera Rizgarî-Ala Rizgarî, KUK, Kawa,
Têkoşîn li dijî hemû partiyên dewletê xwediyê helwest bûn û piştgirî ji wan re nîşan nedidan.

Di wê mwerheleyê de j idi roja mirina Atatirk de bêdengî û bê helwestî hebû. Heta nûha jî ew
helwesta didomîne.

Îsal jî kurdperweran, rêxistin û partiyên Kurdistanê di derbarê roja mirina Atatirk de tiştek
nenivîsandin. An jî min tiştên hatine nivîsandin neditin.

Min îsal di derbarê roja mirina Atatirk de deriyek vekir. Min peyameke hevbeş di Twîtterê de
weşand. Ji bona ku facebook a min van rojan xwediyê pirsgirêkê ye, min nikarî di
faceboookê de bişweşînin.

Peyama min du beş bûn, bona Tirkan û Kurdan peyamek bû.

Min di peyama xwe de got: 1-Mafê neteweyekî heye ku serokê xwe bi rêz bibîrbînin. Tirk jî vê
yekê dikin. Lê divê dema ku neteweya Tirk swrokê xwe û Atayê xwe bibîrtînin qetlîamên wî
û Dewleta Kemalîst Tirk yên li Kurdistanê pêk anîne bîra nekin.

2-Kurd jî di vê roja mirina Atatirk de kal û pêrên xwe yên hatine qeti kirin, qetlîamên li
neteweya kurd pêk hatine, serok û şervanên xwe yên hatine îdam kirin, bi taybetî jî Serokên
xwe Şêx Seîd Efendî, Xalid Begê Cibrî, Seyîd Riza bînin bira xwe, wan bibîrbînin.

Pêşniyara mine we k udi roja mirina Atatirk de, em kurd wê rojê bikin qempenyaya
rûreşkirina Qetlîamên Atatirk û Dewleta Kemalîst ya Tirk; bîranîna serok û şerbanên
neteweyî yên Kurdistanê.

Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

318