Xwecihiya Kornîş û Navendî ya ENKSê civîna xwe li dar xist
ARK NEWS... Li taxa Kornîş ya bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, Encûmena xwecihiya Kornîş û Navendî ya ENKSê, civîna xwe li dar xist.
Civîn bi xuleke bêdeng li ser canê pakrewanên kurd û Kurdistanê, di serî de Barzaniyê nemir, dest pê kir. Û li ser dawîn pêşhateyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê gotûbêjî hate kirin, û ameje bi rewşa deverê hate kirin.
Beşdarbûyan girîngî dan hevdîtinên ENKSê bi serpirştiyarê Emerîkî ji danûstandinan kurdî kurdî re.
Her di civînê de kar û çalakiyên ENKSê di vejandina helkeft û boneyên meha Adarê de hatin nirxandin,. Herwiha li ser rewşa rêxistinî ya xwecihiyê rawestiyan.
Ş.E
467
