di 2 rojan de, bêtir 1040 malbatî li Efrînê hatine bicîkirin

di 2 rojan de, bêtir 1040 malbatî li Efrînê hatine bicîkirin

Jan 30 2020

ARK NEWS … Piştî destdanîna rêjîma Sûriyê li ser bajarê Mierit Numan, û bi gurbûna êrîşên esmanî û bejayî yên rêjîma Esed û hêzên Rûsî li ser herêmên Idlibê û Helebê, bi hezaran ji malbatên sivîl neçar dibin ji malên xwe derkevin. Ji bilî ku beşek berê xwe didin ser sînorê Turkiyê, lê beşek mezin berê xwe daye Herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê.

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê di raporteke xwe de duh 29ê Çileya 2020î, ragihand ku, di çarçoveya du rojan de 1040 malbatên ereb li Efrînê hatin bicîkirin.

Rêxistinê tekez kir ku bêtir ji 360 malbatî li navçeya Bilibilê, bêtir ji 400 malbatî li navçeya Şera, derdora 280 malbatî li navçeya Mabeta hatin bicîkirin. Mebest jê ew e da ku sîmeya herêmê biguherin û guhertina demoxrafî çê bikin, di encama wê yekê de ji 100 bi tenê 30 Kurd mane.

Li gor agahiyên bi destê ARKê ketine ku, rojane bi sedan ji malbatên ereb yên Idlibê û Helebê berê xwe didin navenda bajêr û navçe û gundên Efrînê, beşek di avahiyên neamede de bi cî dibin, beşek jî di malên Kurdan de têne bicîkirin, herwiha li hin gundan Kurd têne derxistin da ku çekdar, kesûkarên xwe bi cî bikin.

Weke di berçe vîdiyokê de li ser torên civkî belav bûye, diyar dibe ku bi sedan ji malbatên ereb berev Efrînê diçin. Ji dema operasyona rêjîm û Rûsiyê li ser Idlibê û Başûr û Rojavayê Helebê dest pê kirine, pêla derbideriyê zêde bûye, nexasim piştî ku rêjîm destê xwe danî ser Mierit Numan, Xan Sibul, Masiran, Dana û nêzîkî Seraqib bûye.

Çevdêr û çalakvan tekez dikin û rêjeya erebên ku li Efrînê têne bicîkirin, li herêmên din yên di bin destê Turkiyê û girûpên çekdar wek Ezaz, Bab, Cerablus, nayên bicîkirin, û dibêjin ew pilan e li ser guhertina demoxrafiya Herêma Çiyayê Kurmênc.

Ev pirose ne ji niha de dest pê kiriye, lê ji beriya du salan ve wate, tê encamdan, û bi dehê hezaran ji malbatên ereb li şûna Kurdên resen yên ku ji ber operasyona Turkiyê reviyabûn bi cî bûn. Li hember de, 300 hezar Kurd rû li kampên Şahbayê û taxên Helebê kir û hêviya wan ew e ku bi gerantî vegerin ser mal û milkên xwe.

Ş.E

457