Di 2 rojan de, 4 teqîn li Efrînê rû dan
ARK NEWS... Li Herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji ber nearamî û neseqamgîrî û rewşa tevlîhev êdî bûye dojeh û nema jiyan tê de derbas dibe ji ber ku di her dem û demekê de teqînên terorî rû didin, bê ku lêkolînek yan lêpirsînek were vekirin.
Di çarçoveya du rojan de 4 teqîn li herêmê çê bûn, 2 li navenda bajêr û yek li navenda Cindirêsê û yek ji li gundekî navçeya Şera.
Teqîna navenda bajêr li kolana Siyasiyê, bû û matorek bombekiriî teqiya, di encamê de kuştî û birîndar ketin, bê ku amarên fermî werin naskirin û nasnameya wan diyar bibin.
Di heman rojê de piştî çend demijmêran matoreke din li ser rêya Raco teqiya dîsa jiyanên canî li paş xwe hişt, herwiha ziyanên madî gihiştin mal û milkên welatiyên Kurd.
Her di 8ê mehê de li gundê Şîltatê yê ser bi navçeya Şera ve, teqîn bi otombêla çekdarekî teqiya di encamên de hate kuştin.
Beriya wê bi rojekê wate di 7ê mehê de, teqînekê navenda navçeya Cindirêsê hejand. Teqîna Cindirêsê weke hemû teqînan ziyanên canî û madî tomar kirin.
Weku hemû teqînan tu aliyekî berpirsiyaretiya xwe ranegihandiye, û nexistiye stûyê xwe, lê piraniay wan li gor şêniyên Efrînê ji derencamên nakokiyên çekdaran tên bê ku aliyên berpirs sînorek yan jî hewlekê ji kareskatê daynin û care bikin.
561
