Keçeke kurd ji bo wergirtina Xelata Aştiyê ya zarokan hatiye hilbijartin

Keçeke kurd ji bo wergirtina Xelata Aştiyê ya zarokan hatiye hilbijartin

Oct 31 2022

ARK NEWS... Keçeke kurd ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji bo wergirtina xelateke Navdewletî hate hilbijartin.

Tora Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand, ku hilbijartina Sêrîn Mezlûm Nesan ji bo wergirtina xelata Aştiyê ya Navdewletî ya zarokan hatiye pejrandin.

Serbar kiriye, ku weke rêzgirtin ji keda wê re bi biştgiriya zarokan û veguhestina azarên wan bi sedema şer li Sûriyê, Sêrîn hatiye hilbijartin.

Tora Sûrî daye zanîn jî, ku 170ê zarok ji tevaya welatan ji bo wergirtina xelatê hatine pejrandin.

Sêrîn Mezlûm Nesan keça Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye, temenê wê 13 sal in.

170