PDK-Sê tekez dike ku çekdarên PYDê serkide Behzad Dorsin revandiye

PDK-Sê tekez dike ku çekdarên PYDê serkide Behzad Dorsin revandiye

Oct 24 2022

ARK NEWS... Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya di salvegera dehan ya revandina serkirde Behzad Dorsin, endamê Polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya û Nîdal Osman daxuyaniyek belav kir tê de tekez kir ku bi destê çekdarên PYDê hatine revandin û banga serbestberdana hemû girtiyan kir.

PDK-Sê gotiye: Di rojeke weke îro, di 24ê Cotmeha 2012 serkirde Behzad Dorsin endamê polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriyê li gel çalakvan Nîdal Osman ji aliyê çekdarên PYDê ve hatin revandin. Rêzdar Behzad Dorsin bi reftar, sinc û rewişta bilind navadar e û weke kesayetiykek civakî ya li Dêrikê diyar bû, herweha bi fedakarî û dilpakiyê hilgirtina barê tekoşîna netewî ya kurd li ser rêbaza kurdayetiyê, rêbaza Barzaniyê nemir xebar dikir.

Ji zarokatiya xwe ve di nava refên partiyê de, bi viyan û rijdî, ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê kurd, tekoşîna xwe dikir ta bû endamê Komîta Navendî û piştre jî li Polîtbîroyê de cihê xwe girt. Di kongira 2014an de weke wefadarî jê re di posta xwe ma, tevî hevalên xwe li devera xwe çalakiyên cuda yên partî û Encûmena Niştimanî ya Kurdî bi rê ve dibirin ta ku ji aliyê çekdarên PYDê ve hat revandin, piştî ku berî çend caran gef li wî hatibû xwarin, heta niha çarenivîsa wî ne diyar e. Herwiha PDK-Sê daxwaz kiriye ku çarenivîsa wan di danûstandinên li gel PYDê re de were eşkerekirin.

PDK-Sê bal kişandiye ser: ji bo eşkerekirina binpêkirinên ku ji aliyê rêveberiya PYDê ve hatine kirin û ji bo diyarkirina çarenivîsa serkirde Behzad û hemû kesên revandî bi rêya aliyên navdewletî û rêxistinên mafên mirovan, di nav de Netewên Yekgirtî, berdewam bin. Gurbûna asta binpêkirin, revandin, windakirinên bi zorê, girtin û sirgunkirina endam, kadro û alîgirên Partî û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê berdewam e, PYD tundûtûjiyê û rêyên tirsandinê wek rê û rêbazekê bi kar tîne. li gelek deverên kurdî yên Rojavayê Kurdistana li Cel Axa, Amûdê, Dirbêsiyê, Kobanê û Efrînê çê bûne, ku bi mebeseta kiryarên terokirin, tasfiyekirin, revandin û sirgûnkirina kadroyên niştimanî û serkirdeyên naskirî, û berdewamiya van kiryarên ku nerazîbûnan dikişîne, û nerihetiyê di nav gelê Kurd de diafrîne ku ew kiriyar rasterast di xizmeta dijminên gelê û doza kurda ya netewî de ne.

PDK-Sê tekez kiriye ku ev kiryarên hovane tu carî nehêlin ku têkoşîna ji bo doza gelê xwe, mafên netewî û hebûna dîrokî li kêlek alî û hêzên niştimanî yên Sûriyê ji bo dewletek ji pirnetewe û pirolên, ji bo hemû gelê karê xwe rawestînin û dê berdewam bikim. Herweha dê berdewam bin li ser daxwaza diyarkirina çarenivîsa serkide Behzad û hemû kesên revandî û dîtina çareseriyên pêwîst ji bo vê pirsê û eşkerekirina hemû binpêkirin û kiryarên tirsandinê li dijî gelê kurd ku mercê bingehîn yê her rêkeftinekê ye.

PDK-Sê di dawiyê weha gotiye: Jînenîgarî û taybetmendiyên serkirde Behzad û rêhevalên wî di wijdanê me de û di wijdanê hemû welatparêzên gelê me yê Kurd de û yên ku nirxên netewî û mirovî de maye tawanbar û sûcdar tenê wê riswa û rûreş bimînin.

146