Şeş sal li ser revandina serkirdeyê Kurd Behzad Dorsin re derbas dibin

Şeş sal li ser revandina serkirdeyê Kurd Behzad Dorsin re derbas dibin

Oct 24 2018

Wekî îro şeş sal li ser revandina serkirdeyê kurd xebatkar Behzad Dorsin endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya derbasbûn bê ku çarenivîsa wî diyar bibe.

Roja 24. 10. 2012 an, ji beriya şeş salan demjimêr heftê êvarê dema ku serkirdeyê kurd Behzad Dorsin Hesam endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya li gel ciwanê kurd Nîdal Selîm bi otombîlekê ji cûrê toyota pêkab biniyaz bû berê xwe bide Herêma Kurdistanê ew jî bi armanca bi rêvebirina karekî Partî , li ser xalekê di navbera gundê Şekirxaçê û Mele Merzê ji aliyê çekdarên PYDê ve hate revandin, û ta niha çarenivîsa wî nediya e.

Serkirdeyê kurd Behzad Dorsin Hesam sala 1980 tevlî refên Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriya bûye .

Behzad Dorsin Hesam berpirsê Encûmena Xwecehî ya Encûmena Niştmanî ya Kurdî li Dêrkê bû .

PDKS

865