Efrîn... Tawanên çekdaran bûn sedema jiyanjidestdana welatiyekî kurd
ARK NEWS... Li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, piroseya dizî û talankirina malên kurdan berdewam e, ji ber wê yekê jî her dem û demekê de welatiyên kurd dibin qurbaniya kiryarên komên çekdar yên li Efrînê.
Çalakvan Mustefa Şêxo îro 18ê Cotmeha 2022yan ji ARKê re da zanîn: Welatiyê bitemen Elî Elî Hesen li gundê Edema yê navçeya Raco ya herêma Efrînê ji ber dizî û desteserkirina çekdarên Feyleq Elşam (Çekdarên oposizyona Sûriyê) ji berhemên darên wî re, rastî kirîzeke dil hat.
Şêxo tekez kir: Piştî ku hat veguhetin ji bo nexweşxaneyê, bi çend rojan jiyana xwe ji dest da.
Ji dema ku Turkiyê û komên çekdar yên oposizyona Sûriyê destê xwe danîne ser Efrînê, tawan û binpêkirin ji her curekî di dermafê kurdan de berdewam in.
Ş.E
194