Bandora şerê Idlibê ser Efrînê

Bandora şerê Idlibê ser Efrînê

Aug 13 2018

ARK NEWS .. Roj bi roj çarenivîsa parêzgeha Idlibê berev tarîbûnekê ve diçe û bi taybet piştî amadekariyên rêjîma Esed û anîna otombêlên leşkerî ji bo dewrûberên parêzgehên Idlib Hemayê û Laziqiyê ku ew li gor çavdêran ji bo şerê Idlibê ye û ji bo jinavbirina girûpên çekdar nexasim çekdarêbn aniya Elnesra ye .

Ji duh ve êrîşên asmanî yên rêjîma Esed bi balafirên leşkerî û holîkobteran berdewame û bi taybet bajarê Mira Elneman û Timanê û tirimla û hibêt ku di encama wê bombebaranê de û li gor rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan 31 kes ji bajarên navbûrî jiyana xwe ji dest dan .

Ji aliyê xwe ve Netewên Yekgirtî banga diyalogê kiribû da ku sivîlên wê derê ne kevin gola xwîna de ku ew daxuyanî piştî amadekariyên rêjîmê ji şerê Idlibê re dabû xuyakirin hat .

Û Serokê tîma karûbarên mirovî di Netewên Yekgirtî de got nabe şer bighîne parêzgeha Idlibê .

Beriya niha jî Esed dabû diyarkirin ku parêzgeha Idlibê ji pêşkarên wan in herwiha PYDê jî xwe ji bo çûna Idlibê amade kirina û piştî şanda QSDê ji hêzekê ji bo piştevaniya çekdarên Esed li Helebê tê gotin ku ew ji bo şerê Idlibê ye .

Parêzgeha Idlibê dawî parêzgeh di destê çekdarên opozisyonê de maye bi tatbet piştî her yek ji Xuteya Şamê û Başûrê Sûriyê li parêzgeha Derayê ji dast dan . û 12 xalên çavdêriyê yên Turkiyê li parêzgehê hene

Şerê Idlibê wê bandora nerênê li ser Efrînê bike ji ber ku hevsînore bi gundên Cindirêsê yê Efrînê re û tevî şer bi şêweyekî fermî dest pê nekiriye hin malbat ji Idlibê berê xwe didin Efrînê û gelek siyasetmedar çarenivîsa Efrînê bi ya Idlibê ve girêdidin.


718