Partiyên Rojhilatê Kurdistanê bo perçeyên Kurdistanê:

Partiyên Rojhilatê Kurdistanê bo perçeyên Kurdistanê: "Bi me re piştevan bin"

Sep 22 2022

ARK NEWS... Duh 21ê Îlûna 2022yan, Partiyên Rojhilatê Kurdistanê bangek arestey perçeyên din yên Kurdistanê kir, tê de xwest ku bi Rojhilatê Kurdistanê re piştevan bin.

Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê di daxuyaniyekê de bang li partî, aliyên siyasî, kesayetî, rêxistinên sivîl, û her aliyekî peywendîdar li perçeyên din yên Kurdistanê kir ku piştevanê daxwazên rewa yên gelê kurd li Rojhilatê Kurdistanê bin.

Navenda navbûrî got ku piştî stemkariya li dijî keça kurd Jîna Emînî de hatiye kirin, ku di encamê de jiyana xwe, di zîndanên Îranê di bin eşkenceyê de ji dest daye û şehîd bûye, bang dikin ku li kêlek gelê kurd li Rojhilatê Kurdistanê rawestin.

Ji dema ku Jîna Emînî di bin eşkebceyê de şehîd bûye, şêniyên kurd daketine kolanan û xwepêşandan bi rê ve dibin, û banga bicîkirina dadperweriyê dikin, lê li hember de hêzên ewlehiya rêjîma Îranê tundûtûjiyê bi karî tînin, ta niha jî bi sedan navbera şehîd û birîndaran de ketine.

Ş.E

186