Şandeke Pêwendiyên Niştîmanî ya PDK-Sê serdana serkirde Diya Ciwan kir

Şandeke Pêwendiyên Niştîmanî ya PDK-Sê serdana serkirde Diya Ciwan kir

Sep 21 2022

ARK NEWS... Şandek ji nivîsgeha pêwendiyên niştîmanî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê bi serokatiya berpirsê nivîsgehê Seîd Umer û endamê komîta navendî ya partiyê, roja Sêşemê 20î Îlûna 2022yan, li Duhokê serdana endama komîta navendî ya PDK-Sê diya Ciwan kir.

Di serdanê de Seîd Umer tekezî li ser amadebûna, ji bo peydakirina karûbarên pêwîst ji bo dermankirina diya Ciwan kir.

Diya Ciwan, endama komîta navendî ya PDK-Sê ye, di vê dema dawiyê de nexweş ket û li nexweşxaneyeke Duhokê ya Herêma Kurdistanê tê dermankirin.

217