ENKSê li Dirbêsiyê komkujiya Cindirêsê şermezar dike

ENKSê li Dirbêsiyê komkujiya Cindirêsê şermezar dike

Apr 03 2023

ARK NEWS... Encûmena Xwecihiya şehîd Ciwan Qetna ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê, bang li cewamerê kurd kir ku beşdarî di xwepêşandana nerazîbûna şehîdkirina 4 welatiyên kurd li Cindirêsê dikin.

Encûmena Xwecihiya şehîd Ciwan Qetna ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li bajarê Dirbêsiyê di daxwaznameyekê de da zanîn ku xwepêşandan roja Çarşemê 5ê Nîsana 2023yan li navenda bajarê Dirbêsiyê bi rê ve diçe.

Li gorî daxwaznameyê, vexwendin giştî ye.

293