Li Qamişlo keçeke din hat revandin

Li Qamişlo keçeke din hat revandin

Oct 21 2023

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê keçeke din a 14 salî ji aliyê Ciwanên Şoreşger yên ser bi QSDê ve hate revandin.

Malbata Şîlan Xelîl dibêje, Ciwanên Şoreşger roja 7ê vê mehê keça wan ya yekane revandiye û wan ji saziyên Rêveberiya PYDê xwestiye ku keça wan vegerînin, lê tu guhdan bi wan nehatye kirin.

Ev demeke revandina zarokan û bi taybetî ya keçan ji aliyê rêxistinên ser bi QSDê ve li Rojavayê Kurdstanê zêde bûye, roja 17ê vê mehê jî YPJ keçên bi navên Mîrav Ednan Xaşo ya 15 salî û Sêmêl Zêdan Ismaîl a 14 salî revandibûn, tevî bangên vegerandina wan ji aliyê malbatên ve, hîn jî ew herdu keç nehatine vegerandin.

405