Mihemed Îsmaîl: Daxuyaniya ku di rojnameya Rojhilata Navîn de li ser navê min hatiye weşandin bê bingeh e

Mihemed Îsmaîl: Daxuyaniya ku di rojnameya Rojhilata Navîn de li ser navê min hatiye weşandin bê bingeh e

Sep 04 2022

ARK NEWS... Mihemed Ismaîl berpirsê birêvebir yê Polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê û endamê desteya serokatiya Encûmena Niştmanî ya Kurdî li Sûriyê, li ser rûpela xwe ya fêsbûkê duh 3yê Êlûna 2022yan, belav kir û got, tiştên ku di rojnameya Rojhlata Navîn de, ku ji aliyê peyamnêrê wê Kemal Şêxo ve hatine belav kirin li ser zimanê min ne rast in.

Mihemed Ismaîl amaje bi wê yekê kir û got, ew hevpeyvîna min ya berê du salan e, ku Kemal Şêxo bi min re çê kiriye, û ev kiryar dûr in ji nirx û rewişta çapemenî ye.

Mihemed Ismaîl serbar kir, ez daxwazê ji rojnameyê dikim, zelaliyekê di vê derbarê bide.

256